Pêhisîna Robotan

Pêhisîna Robotan

Pêhisîna Robotan

Pisporên Almanyayî xebatên xwe yên li ser sazûmana tûreyê ya çêkirî/sûnî ku divê robotan fêrî hîskirina êşê bike, didomînin. Robot, bi hîskirina êşê dê ne tenê bi lez û bez xeteriyên nehênî, herwiha dê xeteriyên li hember mirovî ku roj bi roj zêdetir bi robotan re dixebitin, ji holê rabike. Zanyarên Leibniz Universiteit ya li Hannoverê, “rêbaza ku robot dê bikaribin şert û mercên fîzîkî yên nehênî û kêmasiyên bêfonksiyonî destnîşan û dabeş bikin, xeteriya nehênî ku robot dikarin bibin sebeba vê yekê, bipîvin û rê li ber vê xeteriya nehênî bigirin ango refleksên xwe pêk bînin, vedîtin.”

Pisporên Almanyayî rêbaza xwe li ser bingeha “agahayîn bidest xistî yên ji lêkolînên li ser êşîna mirovî” ava kirine. Çawa ku tûreyên mirovan dikarin êşê veguhesînin, dê tûreyên sûnî jî wisa agahiyan veguhesînin ku robot agahiyên wergirtî weke êşa sivik, nerm û giran dabeş bike. Ji bo ku bikaribin vê yekê test bikin, li milê robotê sensorên gûmikê ku dikarin fişar û germahiyê destnîşan bikin, hatine zêdekirin. Pispor Johannes Kühn wiha dibêje; “Êş rêbazek e ku me diparêze. Heger em bikaribin xwe ji çavkaniya êşê rizgar bikin, dê ew ê alîkariya me bike ku em ê bêêş û bêelem bin.” 

Metîn Eser 

Çavkanî: BBC News

Bersivekê binivîsin