Pierre Abeilard

Pierre Abeilard

Pierre Abelard, (1079-1142) Pierre Abeilard, an jî Petrus Abelardus. Zanyarê ol yê fransî..Kurê, begekî feodal bû. Lê, Pierre begitîyê, red kiriye û dûvre çûye Parîsê. Di bîstûdu (22) salîya xwe de, dibistanekî vedike û dersê dîyalektîk û teolojîyê dide xwendekarên xwe. Pierre Abeilard, hewl daye xwe ku guftegoyên olî, li ser bingeha mantiqê pêk werin. Hem li dijê rasteqînîparêzîyê (realîzmê) û hem jî, li dijê, felsefeya nomînalîzmê derketiye. Kitêba wî ya bi navê ‘Destpêka Teolojîyê’ ji ber ramanên wî yên derêrêzê, hatiye şewitandin. Dil dikeve xwendekara xwe ya bi navê Heleoise. Bi Heleoiseyê re, bi dizî dizewice, lê apê keçikê vê yekê qebûl nake. Zilamên apê Heleoise, wî digrin û xirê wî jê dikin. Ew jî, xwe diavêje bextê keşîşxaneyekî û dibe rahîb. Heta dawîya jiyana xwe, wisa bêdeng jiyaye. Gotiye ku: ‘Hemû mirovên cîhanê wisa dizanin ku êşa herî mezin wan kişandiye. Lê ew pê nizanin ku di jiyanê de êşa herî mezin, min kişandiye.’

Berhemên Pierre Abeilard  

1- Historia Calamitatum [Dîroka Bobelatan/Çîroka Bextreşîyekê]

2- Logica Ingredientibus [Destpêka Mantiqê/Raveyên li ser Porphyrios]

3- Ethica (Etîk) an jî Scito te Ipsum [Xwe Binase/ Bi Xwe Bizanibe]

4- Dialogus Inter Philosophum, Indaeum et Christianum [Fîlozof, Guftegoya di navbera cihû û filehekî de]

5- Theologia Summi Boni [Telojîya Başîya Herî Bilind]

6- Introductio ad Theologiam [Destpêka Teolojîyê]

7- Theologia Christiana [Teolojîya Filehtîyê]

8- Sic et Non [Erê Û Na/Hem wiha û hem jî ne wiha]

9- Dialectica [Dîyalektîk]

10- Grammatica [Ev berhem Negihêjtiye roja me]

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin