Porphyrîos

Porphyrîos

Piştî Zayînê (P.Z) di navbera salên 234-305 an de jiyaye û ramawerê Platonparêzê- nû ye. Li ser berhemên Plotînos, raveyan (şiroveyan) nivsandiye. Berhema wî ya herî girîng, Îsagojî ye, ku di vê berhema xwe de li ser babeta tevayî (tumel) rawestiya ye.

Porphyrîos, di vê berhema xwe de (Îsagojî) bi awayekî sîstematîkî li ser pênc babetên tevayî rawestiya ye û bi vê yekê re jî, rêya şerên tevahîyan ku di Serdema Navîn de rû dabûn, vekiriye.

Porphyrîos, gelekî girîngiyê daye hêmanên pratîk û olî. Li gor bîr û baweriya Porphyrîos; armanca nihaî ya felsefeyê, rizgarkirina rih e. Û divê ku rih çavê xwe ji ya jêrîn ber bi ya jorîn ve bizivirîne û bi vê yekê re jî, wê xwe pakij bike. Di vê çarçoveyê de rêya pakijbûnê çîlekêşî û zanayiya derbarê Xwedê ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin