Pira Siratê

Pira Siratê

PIRA SIRATÊ

    Ez di xewnereşkên xwe de li ser baskên ferişteyan ber bi roja mehşerê ve difirim li marê xişxişok siwar dibim û xwe li ser pira siratê dixuşînim dibim mêvanê xweşsohbeta cin û periyan û bi pêsîrên cadûyan şa dibim li dîlana huriyên şilftazî destmala kêfxweşiyê li ba dikim bi dengê gumeguma daholê erd û asîmanê dihejînim li dîwana Zerdeştê kal rûdinim û edaletê li mirovan parve dikim li perestgeha Yezdanê dilovan ayetên pêxemberê jibîrçûyî Manî dixwînim dergaha dilovanî û xweşbîniyê ji hemû olên cuda re vedikim toza xirabiyê ji mêjiyên kor dadiweşînim û tûrikê qenciyê bi heqîqetê dadigirim li cejna çarşema sor şadiya civata Tawisî Melek li dardixim tasek ava kaniya spî û şeraba eşqa miriyên goristanan vedixwim li baxçeya bihuşta keskeşîn sêvên guliyên dara qedexebûyî dixwim bedenên li sir û seqeman cemidî bi çirûskên agirê dojehê germ dikim gemara termên gunehkaran bi dilopên çavên gola baranê dişom li şevên xewle bi Ehrîmanan re çavgirtonek dileyizim li nav daristanên rût kefenê xwe yê reşbelek bi xwe re digerînim bi guregura brûska erjeng di nav nivînên xwe de vediciniqim û di kutekuta tirsa dilê xwe de şiyar dibim dîsa wek her carê sorlêvên cixara xeydok maç dikim û rayên cîgerên werimî pê vedihesînim

Xizan Şîlan

2016-01-04 / Stockholm

Bersivekê binivîsin