Pirsa Bêbersiv

Pirsa Bêbersiv

Prof. Dr. Kadrî Yildirim beriya ku bibe mebûs, me jê daxwaza hevpeyvîneke kiribû, mala wî ava û wî jî qebûl kiribû. Lêbelê, mixabin piştî ku bû mebûs, hevpeyvîna me jiber kar û barên wî, pêk nehat û wisa ma. Di wê hevpeyvînê de, herî zêde min bersiva vê pirsê meraq kiribû û hêvî dikim ku mamoste rojekê bersivên pirsên me bide. Fermo, ew pirsa min ya ku bêbersiv ma:

Ali Gurdilî: ‘Mamoste di bernameyeke televizyonê de, cenabê te dibêje ku pirraniya kurdan (%90) bi dilê xwe (aştiyane) dînê îslamê qebûl kirine û bi tenê, li herêma Şarezorê kurdên zerdeştî li dijî artêşa îslamê serî hildane. Lê hinek dîrokzanên me jî, gelek caran gotine ku (Mînak Cemşîd Bender) dînê îslamê bi riya kuştin, talan û komkujiyan li kurdan hatiye ferzkirin. Li ser vê mijarê, gelo di destê me de çi çavkanî hene?’

Ali Gurdilî 

felsefevan@hotmail.com

25.02.2016

Bersivekê binivîsin