Pîşesaziya Çandî

Pîşesaziya Çandî

Teoriyên Civaknasiya Nûjen II / Pîşesaziya Çandî 

 Spasî bo Semra G… 

Ez ê mijarê bînim ser têgeha pîşesaziya çandî û bi kurtî bibêjim.  berî ez behsa pîşesaziya çandî bikim, dixwazim hin pirsan bikim û tiştên rojane diyar bikim. 

Îsal kîjan pêlav modaye? Kîjan cîh û war, cihê betlanê ye? Em îsal dikarin çi guhdarî bikin û temaşe bikin? Cilê havîna pêşiya me çi ne? Em kîjan li xwe bikin Qapîtalîzm me weke însan, xweşlihevhatî û nûjen qebûl bike? Jin, kîjan oje û rûj bikar bînin, wê xweşik û nazenîn bibin? Kî van tiştan diyar dike. Yanê bi kurtî em jiyanê dijîn an jî jiyanê bi me didin jiyandin?

Têgeha pişesaziyê yekem car 1947 an de ji aliyê Max horkheimer û Thedor W. Adorno tê bikar anîn. Dibistana Frankfurtê piranî jî li ser têgeha ‘’pîşesaziya çandî’’ dixebitîn û armanca wan ‘’pêşxistina marksizmî’’ bûn. Bi serdema pîşesaziyê re her tiştê civakê yê rojane (çand û huner û kevneşopiya civakê) ket bin bandora Qapîtalizm ê. Pêrgela Qapîtalîzmê hêdî hêdî civak û şexs xist bin bandora xwe. Civak, hêdî hêdî diket bin bandora pîşesaziyê ji ber ku tiştên ku pîşesazî didan wan, hêsan bû û jiyana wan hêsantir dikir. Û pîşesazî hêdî hêdî dibû rêvebirê civakê û civakê bi rêvebir dibir. Civak,  ji sîstema pîşesaziyê, metal dikirîn lê  her tiştê xwe didan sîstema pişesaziyê an jî didan sîstema Qapîtalîzmê. Weke azadiya xwe,  îradeya xwe…

Tiştê ku me ji hez dikir, roja din, dibû tiştê herî kevn û me tiştekê nû dixwest. Lîstokê me hêdî hêdî winda dibin û listokê Pîşesaziya çandî dikevin roja me. Kap, xarr, birrê, hevtok, sê gav, çavgirtin û hwd…  Horkheimer di nameyeke xwe de  wiha dibêje:’’ Mezax, di van rojên ku em dijîn de, xwe veşartiye an jî em wiha bêjin; xwarin, vexwarin, meyzandin, temaşekirin, hezkirin û xew bûye tişteke zêhakirin. ew bûye makîneke mezaxî (tüketim). ‘’ Li gor Horkheimer her tişt bûye makîne. hezkirin êdî têgeheke mezaxî ye. ‘’ Hezkirin zikê însên têr nake’’ ev gotin li gor pîşesaziya çandî raste lê ev wateya hanê jî ji aliyê pêrgela qapîtalizmê li hezkirinê hatiye barkirin û hezkirin ji hestî hatiye dûrxistin û em wê wateya ‘’hezkirin însên têr nake’’ li gor îro şirove bikin, bêguman raste ji ber ku ew wate bi tevahî li ser aboriyê hatiye şirovekirin. Hezkirin, êdî têgeheke aboriyê ye. Li gor horkheimer, wextê însan- ji bilî xewê- bi her awayî ketiye bin kontrolkirina Qapîtalîmê.

Thedor W Adorno, li ser hunerê wiha dibêje ‘’ Huner, êdî li ser qezancê ye, mabesta pîşesaziya çandî ne ku raste rast berhemeke hêja were afirandin. Li gor pîşesaziya çandî Berhem çiqas were firotin, ewqas berhemeke hêja ye. ‘’ Li gor adorno berhemên serdema Qapîtalîzmê tenê li ser qezancê hatine afirandin, armanca wan ne ku hunerekê derxin holê. Ku em vî li gor wêjeya kurdî şirove bikin, miheqeq em ê rastê rexneyeke mezin bên. Adorno, mûzika ku li gor teknîka endûstriyê hatiye afirandin jî rexne dike. ‘’ berhemên hunerî, bi şerm û çîlekeş in.Pîşesaziya çandî, pornografîk in.’’ Dibêje Adorno. Pêrgela Qapîtalîzmê, çand û huner li gora xwe dihûnin, şirove dikin û wan didin ber devê civakê û bi rêya reklaman pesnê berhemên xwe didin. Dema em pirtûkekê dikirin û li ser berga berhemê a dawî dinêrin û em tu carî rastê wê pesindana ku di berga dawî de hatiye kirin nayîn. Ji ber ku weşanxane dixwaze ew berhem bêt firotin. Adorno van tiştan weke sextekariyekê û ehmeqî dihesibîne.

    Pîşesaziya çandî li gor Dibistana Frankfurtê wiha tê rexnekirin, Pîşesaziya çandî, cara ewil her tiştê xwe ji civakê dikire û her tişt bo civakê diafirîne û dawiya dawî hêdî hêdî tesîrê li çanda civakê dike û dimîje. Pîşesaziya çandî, li gor xwe- li ser aboriyê- çandekê diafirîne û hêdî hêdî çanda xwe dide civakê û dawiya dawî çanda civakê ji holê radike û êdî ew çanda civakê ya ku bijî, ya ku dixwaze bijî diyar dike. 

Dibistan çar tiştê Pîşesaziya Çandî rexne dike. 

1- Berhemên ku bi rêya pîşesaziya çandî hatine hilberandin/ afirandin, dûzana civakê û kesî çardorê wê digire û bi vî awayî, civakê her tim ber bi pêdiviyên şaş dikşîne û wê dike bin tesîra xwe. Girse û pîşesazî, bi wan afirandinên xwe, statû û rolên takekesî diyar dike, mezaxiyên wê bi rêya lewnî( remz, sembol) diyar dike.

2- Pîşesaziya çandî, mezêxerê ber bi fikrandinê û boçûnê nakşîne berevajiyê wê ew tenê şirove û ravekirinê hazirî dide wan. Yanê pêrgala Qapîtalîzmê naxwaze civak fikire, ew dixwaze ku civak, tiştê ew bide civakê, civak bêyî pirs û loma qebûl bike. Ku civak bifikire, tiştên ku ew biafirînên tu wateya wan nabîne û ev jî dibe sedema têkçûna wan. Ev ramanên wan dibe astengirina felsefeyê jî. Ji ber wê jî adorno bi taybetî jî li hemberê vî fikra wan der tê.

3- Pişesaziya çandî raste rast afirandina statûkê ye ku ev jî tê wateyê, newekheviyê dipejirînin. Berî hin tişt li gor takekesiya diguheriyan û tixubên tiştê çand û şahiyan diyar bûn. Lê niha van hemû tiştan, daketiye qada aboriyê û bi rêya qezancê dîsa difiroşin civakê. Salonên şahiyan berî tunebûn, berî her kesê da dawetên xwe li gundan dikirin lê niha li bajaran salonên şahiyan hatin çêkirin û her kes dawetê xwe li gor wê sîstemê lidardixin. Çand û şahî bû lîstokeke pîşesaziya çandî û ew êdî pêrgela aboriyê.

4- Pêrgela Qapîtalizmê her çiqas jiyaneke takekesî bide civakê jî dûzaneke wê heye û ew naxwaze civak ji wê dûzanê derkeve. Divê civak li gor wan tevbigere û ew çi bidin civakê, divê civak wê qebûl bike. Îktîdar vî tiştê bikar tîne her kes weke heve, her kes demokrasiyê dijî dibêje lê di binê de jî li gora xwe şekil dide civakê. Dema yek îtîrazekê bike jî, ew kesên ku li gora xwe şekil daye wan nîşan dide û ew aş dike. Êdî civak, bandora xwe li ser çand û hunera xwe winda dike û çanda û hunera ku bûye endûstrî dipejirîne li gora wê dijî.

Dibistana Frankfurtê, li hemberê vî tiştê derdikeve ku Qapîtalizm çanda civakê li gora xwe bi rêve dibe û wan dike bin tesîra xwe. Ji ber ku ew dixwazin, tiştê ku jiyanê civakê hêsan dike, bide civakê û ji wan azadiya wan, wextê wan, hestê wan bistîne. Piştê ku azadiya wan, wextê wan , hestê wan ji wan send, êdî ew dikare diyar bike ku ew kengê azad bijîn, wextê wan ê vala kengê ye û kengê bikenin û bigirîn diyar bike.  Ev têgeha ‘’Pişesaziya çandî’’ divê li ser çanda kurdan were şirovekirin û ravekirin da ku çanda me Kurda niha di çi rewşê de. 

Em ê îja  li ser ‘’ Hevtesiriya Lewnî’’ bisekinin/ rawestin. 

Jiya Armes

jiyabari@gmail.com 

30.01.2015  

Bersivekê binivîsin