Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Stoaparêzan / Stoîsizmê de

Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Stoaparêzan / Stoîsizmê de

Têgeha ‘Baş’ di Ramanên Stoaparêzan / Stoîsizmê de

Têkiliya me ya bi ehlaqa Stoa re, ji çend hêmanên/prensîpên wan tê, ku berê ji aliyê wan ve hatibûn pêşkêşkirin. Ev hêman jî, <vegera xwezayê> û <guncanîtiya xwezayê> bûn ku di sedsala 18- yê de bîbûn mîna ramanên serwer. Zenonê Qibrîsî (B.Z.336-264) damezranerê felsefeya Stoa ye û ev felsefe, di heyama Hellenîstîk de felsefeyeke gelek girîng e. 

Stoaparêzî, bidestxistina azadiya ehlaqî ya mirovan, ne bi înkarkirina kevneşop û hemû medeniyetê, lê bi siruştîtiyekê (xwezayîtî) herî bilind û bi mirovahiyeke rasteqîn, pêkan/gengaz dibîne. Stoaparêz, hêmana guncanîtiya xwezayê ji felsefeya xwe re dikin hêmaneke bingehîn û bi vê yekê re jî, dibine xwediyê nêrîneka pantheîst. Bêguman, di vê nêrîna wan de Herakleîtos xwedîbandûr e. Tê gotin ku cara yekemîn felsefe ji aliyê Zenon û Soli Chrysippus ve, bi navên vac/mentîq, fizîk û etîkê, bi sê navan hatiye dabeşkirin. Lê giraniya felsefeya Zenon, li ser etîkê/ehlaqê ye. 

Ew kesên ku haya wan ji qîmeta nesneyan û di gerdûnê de cih û wateya mirovî tunebe, ew kes nikarin tevgerên bierdem nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî, nikarin xwe bigihînin bextewariyê. Bi vî awayî zanayî, erdem û bextewarî, di dazanîna Stoa de dertêne pêş.

Li gorî Stoaparêzan: Zanayiya rast, rê li tevgera rast vedike. Ango, ji ramana yekîtiya zanayî û tevgerê, derbasî miraza zanyariya ehlaqî dibe. Di dazanîna Stoa de, aqil û xweza wekehev in. Erdem, guncanîtiya xwezayê û aqil e. Ango, li hemberî zagona xwezayê stûxwarkirin, hêmanek bingehîn ya ehlaqa Stoa ye. 

Li gor nêrîna Zenon: Zanyar, kesên xwedîerdem in û dijberê erdemê, ango xirabî jî li cem wan peyda nabin. Di xirabiyê de, rih ji sebebê zordestiya hêzeka mezin wê yekîtiya xwe winda dike û di encamê de, ji wê rewşa xwe ya xwezayî dûr dibe. Ev yek jî, rê li tevgerên xirab vedike. Zanyar, pêwîst e di daxwaz û tevgerên xwe de ji hestgermiyê dûr bin. (apatheia) 

Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku ehlaqa Stoa bi wê mengiya xwe ya zanyariyê, ehlaqeke xweser e û dazanîneka şexsî ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

30.01.2015

Bersivekê binivîsin