Platon û Felsefeya wî ya Perwerdehiyê

Platon û Felsefeya wî ya Perwerdehiyê

Platon û Felsefeya wî ya Perwerdehiyê | B.Z.427-347 

Heke feylesof neyên ser kar yan jî bi felsefeyê nizanibin, êşên me ti caran xilas nabin.

                                                                   Platon | Dewlet 

Platon kî ye? 

Platon, Berê Zayînê di navbera salên 427-347- an de jiyaye û ew bi xwe, şagirtekî Sokrates bû. Ev fîlozof, di cîhana îslamî de bi navê Eflatûn tê zanîn û naskirin. Platon hemû berhemên xwe, wek diyaloxên tîyatroyê nivîsandiye û hemû berhemên wî beyî ku winda bibin, gihêjtine dema me. Endamê malbateke esîlzade bûye û baş hatibû perwerde kirin. 

Di bîst (20) saliya xwe de bi naskirina mamosteyê xwe Sokrates re hewl dide felsefeyê û heta mirina Sokrates, heşt (8) salan dibe şagirtê wî. Li ser kuştina Sokrates, bi dilekî şikestî welatê  xwe terk dike û piştî donzdeh (12) salan, di çil (40) saliya xwe de vedigere welatê xwe. Di wan donzdeh (12) salan de li Megara, Misir, Sicîlya û li Îtalya başûr, geriya ye. Piştî hatina Atînayê, aqademîyekî ava dike, li wir ders dide şagirtan û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike.  

Di dersan de rêbaza guftegoya dîyalektîkî bikar tîne û hewl dide da ku, eşqa zanayiyê fêrî şagirtan bike û wan mîna fîlozof û desthilatdaran, bigihîne. Ji ber vê çendê jî; di dersên xwe de giraniyê dide rewişt (exlaq, sinc, akar) û siyasetê. Ti caran, danasînên naguher nedaye şagirtên xwe û şagirtên wî li hemberê wî xwediyê yek berpirsiyariyekî bûne, ku ew jî lêgerîna rastiyê bûye. Di çêbûn û xurtbûna ramanên wî de ji bilî bandûra mamosteyê wî Sokrates, bandûra fîlozofên berê jî dixweyî.  

Mîsal: Ji dazanîna Pythagoras, regezên Orpheosiyan girtiye. Baweriya nemirinê, baweriya dinya din, hewl dana zilamên olî ên şîretkar, allegoriya şikeftê û rûmeta Matematîkê, mirov dikare di nava wan regezan de bihejmêre. Herweha bi alîkariya ramanên Parmanîdes bawer dike, ku rasteqînî bêdestpêk û bêwext e û divê ku, hemû guhartin, ji hêla mantîqê ve, wek xapînok werin pejirandin. 

Bi felsefeya Herakleîtos re jî, wiha bawer dike ku her tişt diguherin. Mirov dikare bibêje ku, di nava fîlozofan de yên ku herî  zêde li ser têgeha baş an başiyê (rind, qenc) rawestiya ye Platon e. 

Berhemên wî yên sereke ev in:  

1- Dewlet

2- Gotûbêj (Diyalog)

3- Yasa (Nomoî, Zagon)

4- Parastina Sokratesî. 

Şibandina / Efsaneya Şikeftê Ya Platon Behsa çi dike?   

Di nav nivîsên Platon de beşa herî naskirî ya ku di <Dewletê> de hatiye nivîsandin, bêguman beşa <Şibandina Şikeftê> ye. Platon di vê şibandina xwe de rewşa mirovan, nêrîna xwe ya derheqê zanayiya mirovî de û têkiliya wan ya bi rasteqîniyê re bi awayekî giştî û lewnî nivîsiye. Li şikefteka tarî, a ku derbaseyeka wê ya gelek dirêj heye bifikirin. Bila qasî hejmareke girtî; ji dest, ling û stûyên xwe, bi qeydan hatibin girêdan. Bila ew girtî, pişta xwe dabin derbaseya şikeftê û bi tenê dîwarê li pêşiya xwe bibinîn. Tiştê ku dibînin, bi tenê dîwarê şikeftê ye û bila temamiya jiyana xwe jî, bi vî hawî derbas kiribin. Û bila haya wan, ji tiştekê din jî tunebe. 

Bila li dawiya şikeftê jî, agireke giş û ronak, hatibe vexistin. Di navbera wan û êgir de, bila dîwarekî ku qasî bejna miroveke bilind e, hebe û bila ew bi vê yekê jî nizanibin. Li pişt dîwêr, hejmarek mirovên ku hinek tişt li ser sêrê wan in û wî alî vî alî diçin û tên, hebin. Dengê wan jî, bila bi saya dîwêr olan bibe û bi vî rengî here guhê wan.

Platon dibêje girtiyên ku di şikeftê de ne, ew bi tenê sî û dengvedana wan mirovan dibînin. Di vê rewşê de, girtî wiha difikirin ku hemû rasteqînî ew sî û dengvedan in û dê hemû xeberdanên wan jî, li ser wê <rasteqînî> û serboriyên wan yên şikeftê bin. 

Heke yek ji wan girtiyan bikaribe xwe ji qeydên xwe rizgar bike û berê xwe bide aliyê din jî, dê çavên wî ji ronahiya êgir biqemişin, dest û lingên wî bitewizin û dê hiş di serê wî de nemîne. Herweha, dê zû bi zû nikaribe têbigihêje gelek tiştan jî. Heke zor bide xwe, xwe kaş bike û ji şikeftê derkeve jî, dê kor bibe. Heke demekê li derveyê şikeftê bimîne û piştra bizivire şikeftê, ji ber tariya şikeftê dê dîsa bi awayekî demdemî kor bibe. 

Girtiyê ku ziviriye şikeftê, heke ji girtiyan re behsa jiyana derve bike jî dê kesêk tiştekê jê fam neke. Ji bo têgihiştina vê şibandina şikeftê, divê mirov dev ji pêşdaraz û nirxandinên xwe yên rûkalkî û banegehî berdin. Rasteqînî ne serboriyên me ne, lê fikrên di mejî de rasteqînî bi xwe ne. 

Felsefeya Zanayiyê ya Platon 

Platon di serdema pêşîn de yek ji wan fîlozofên girîng e û bi rêya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka zexim ava bike. 

Mirov dikare felsefeya Platon ya zanayiyê wiha şirove bike: 

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve tê. Ango wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne. Di vê baweriya xwe de nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî ji bo ramanên xwe weke bingeh hilbijartiye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan (rih) berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din zivirîye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyana wî de têne bîra wî.

3- Teoriya wî ya bîranînê, xwe disperê teoriya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî ya ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp/qopî e û texlîdê cîhana forma/îdea ye. Form, şeklê herî baş (îdeal) ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor van forman afirandi ye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopiyên dinyaya îdeaya (forma) ne.

4- Forma her heyîneke heye. Heta forma heyînên razber (soyut) jî heye. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye. Hemû zindiyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê werdigrin û ji bo ku bikaribin bigihêjine wê, di nav hewl danê de ne.

5– Cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in. Bi tenê bi saya aqil mirov dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan.

6– Platon zanayiyê dike sê beş:

1- Zanayiya rast

2- Zanayiya çewt

3- Bawerî. 

Bawerî di navbera zanayiya rast û zanayiya çewt de ye. Zanayiya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayiya îdeayan, zanayiya forman) e û zanayiya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û baweriya Platon tegihîna sehekî, zanayiyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo nesneyeke bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e yan jî hişk e. Belam ew yek, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî zanayiya rast, ji têgîhînê dernayê.

8– Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi rêya aqil û delîlên wê tê hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanayiyên forman (îdeayan) diguncînin. Herweha zanayî ne zanayiya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan a tevahî ye.

Çend taybetmendiyên îdeayên Platon:

1- Bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ne.

2- Mitleq in.

3– Raserî sehekên me ne.

4– Nayên guherîn.

5– Ne girêdayê demê ne.

6- Bi çavan nayên dîtin.

7– Bi aqil têne têgihiştin. 

Felsefeya Heyînê ya Platon 

Li gorî Platon, du dinya hene. Dinya îdeayan û dinya sehekan. Îdea, heyînên esîl in; ezelî, ebedî, bêliv û naguher in. Ev heyîn, <îdea> bi tenê bi aqil têne têgihiştin. Îdea nimûneyên pêşîn, yên hemû tiştên ku li dinya sehekan hene, ne. 

Hemû tiştên ku li dinya sehekan in, girêdayê îdeaya ne. Li dinya sehekan, hemû tişt dimirin, bi mirin in. Mesela, mirov dimrin û ji holê radibin. Lê, îdeaya mirov; ti caran namire, ji holê ranabe û nayê guhertin. Hemû tiştên li hawirdor yên ku em wan dibînin, texlîdên <qopîyên> îdeayan in. Îdea, nayên guherîn. Lê texlîdên wan, herdem têne guhertin, ji holê radibin û ji celebên cismî ne. 

Platon û Dilêrîna wî ya Perwerdehiyê   

Bandêr û sazûmana sîteyê ya Platonî xwe dispêre xwezayê, bi taybetî jî xwezaya cihana mirovî. Sofîstên yewnana kevnare jî, li ser vê mîjarê mîna Platon fikirîne û lihevhatin û guncaniya sazûmana/pergala siteyê û xwezayê parastine.  Herweha gotine ku sazûmana sîteyê, divê li gor sazûmana xwezayê were verastkirin. Çimku li gor dîtin û dinyabiniya Sofîstan xweza, xwediyê sîstemeke taybet e û di vê sîstemê de hêzdar serwer in, xwediyê mafê hikumraniyê ne û herdem, zordestiyê li yên jar dikin. Lewma jî, heqî/dirustî û edalet, li xwezayê peyda nabin û vedîtinên niştecihên sîteyê ne.  

Belam di vê xalê de, Platon mîna Sofîstan nafikire. Çimku dema Platon dibêje xweza, mexseda wî ne ew xwezaya ku Sofîst behsa wê dikin, e. Xwezaya ku Platon qala wê dike, xwezaya xwiyakirî nîne. Mebesta wî, îdea bi xwe ne. Lew re ji bo Platon, cîhana girîng ya îdeaya ye û cîhana rasteqîn jî, ew cîhan e. 

Çavkaniya/binyada wê ramana fîlozofên Sofîst, ku dixwestin ji bo sîteyê bikarbînin, sazûman/pergala xwezayê ya tekoşer bi xwe bû. Heçî Platon e, xwezayê ne weke tiştekê xwiyakirî, belam weke tiştekê ramanî (îdea) fikirî ye û edaletê, mîna îdeaya herî gewre/raser dîtiye. Bi vê dîtina xwe re jî, edaletê kiriye perçeyekê avahiya/pergala xwezayê. Herweha gotiye ku mînakeke baş ya bandêra/sazûmana îdeal li asîmanan heye û sazûmana asîmanî, ji bo sererastkirina pergala/sazûmana sîteyê jî, dikare were bikaranîn. (Dewlet, The republic) 

Li gor nêrîna Platon, zanyariya îdeayan ya sazûmana rast û dirist, ji zayinê ve li cem mirov heye û lewma jî, berê mirovan beravajiya gotinên Sofîstan; ku digotin têkoşînek xedar li ser kar e; ber bi rastî, edalet û erdemê ve ye. Zanyariya prensîpên sîteya dadwer û rastgo, ji xwe li cem mirovan ji zayînê ve heye. Lêbelê, zanyariyên ku li cem mirovan ji roja zayînê ve hene, encax bi rêbaza diyalektîkê dikarin werin bikaranîn yan jî têgihiştin. Em dibînin ku di vê xalê de pirsgirêka sazûmana sîteyê, vediguhere pirsgirêka perwerdekirina rihê mirovî û fêrkirina rêbaza gihêjtina heqîqeta raser/bilind, ku ew jî ancax bi riya mirovên têgihiştî û kamil dikare pêk were. Ew jî ew mirov in ku têgihiştine zanyariya îdeayan.       

Ji ber vê yekê ye ku dilêrîna dewleta Platonî, xwediyê saziyeka mezin ya perwerdehiyê ye, ku hemwelatiyên xwe ji hêla ehlaqê ve dixwaze gelekî baş perwerde bike. Di nav fîlozofan de kesê ku yekem car perwerdekirina ciwan û navsereyan parastiye, bêguman Platon e. (Ebenstein, 1996) 

Li gor dîtina Platon, di her tiştî de a girîng destpêk e. Ji bo rêveberiya sîteyê jî, destpêka herî baş perwerdehî ye. (Dewlet, The republic) Ji astên hêsan ber bi astên dijwar ve perwerdekirina mirovan, mîna yasayên xwezayê dê riya rêveberiyeka baş ya sîteyê vebikin.

Mînakên bi vî rengî jî nîşanî me didin ku di dilêrîna sazûmana sîteyê ya Platon de, rola perwerdehiyê gelekî mezin û girîng e. Li gor baweriya Platon tiştên li cîhana xwakirî heta ji destê wan tê, îdeayên xwe bi awayekî xwazayî pêktînin û li gor rewşa xwe, vê yekê pêktînin. Darek, nikare îdeaya xwe ji îdeaya çêtir pêkbîne. Tiştekê wiha, derêaqila ye. Belam li cem şexsan û civakan, pêkhatina îdeayan, naşibe pêkhatina îdeayên di xwezayê de. Lewma jî, ji bo ku îdea bikaribe li cem şexsan û li civakê xwe bide der û pêk were, pêdivî bi perwerdehiyeke baş û jidyayî heye. Encax wê demê, îdea dikare derkeve ortê.          

Mirovek, heke ji zayîna xwe fîlozof û mirovekê baş be jî, divê bi awayekî şidyayî were perwerdekirin. Heke perwerde nebe, ev yek dikare ji bo sîteyê xeteriyên mezin jî derxe holê. Armanca perwerdehiyê, fêrkirina başî, rindî û jiholêrakirina xirabiya ye. Di encama vê prosesê de jî, ew dibine xwediyê aqilekî kêrdar, ku dê ew aqil jî parastkariya sîteyê bike. Platon, aqil weke sebebê hemû sazûman/pergalên mirovî dibîne û li gor nêrîna wî armanca perwerdehiyê jî, fêrkirina bikaranîna rast ya aqilê mirovî ye. 

Di berhema Plaron ya <Dewletê> de, bernameyeke berfireh ya perwerdehiyê hatiye destnîşankirin, ku li gor wê bernameyê perwerdehiya zarokan di malzarokê de dest pê dike û heta ku mirov navsere dibin bi awayekî şidyayî perwerdehî berdewam dike. Hê di temenekî gelek biçûk de, xelk zarokên xwe teslîmê saziyên dewletê yên perwerdehiyê dikin. Li wan saziyan ji çîrokan dest bi perwerdehiyê dikin û zarok, fêrî bedenparêziyê dibin. Piştra, mijarên fêrkirina <îdeaya başiyê> dest pê dike û demekê dirêj, wisa berdewam dike. Di nav zarokan de, hejmareke gelek kêm xwe digihînin asta zanayiyên pirtexlîd û lewma jî, zarokên ku derbasî asta/dereceya/pola perwerdehiya diyalektîk dibin gelekî kêm in, ku ew jî ji zayîna xwe ve xwediyê behremendiya fîlozofiyê ne.       

Di <Dewleta> xwe de Platon gotiye ku divê hemwelatî, bi awayekî teqez xwe baş fêrî sê texlîd zanayiyan bikin. Ew jî hesab û zanayiyên arîtmetîkî, geometrî û stêrnasî ne. Ev sê texlîdên zanayiyê, dê mirovan ji zanyariyên demdemî rizgar bikin û berê wan bidin zanayiyên heyînên xwedayî. Ji ber vê yekê jî ji bo çalakiyên diyalektîkî, ev sê texlîdên zanayiyê weke bernameyekê pêşîn hatine qebûlkirin.  

Çawa ku perwerdehî ji bo ewlehiya sîteyê destpêkeke rast be, mûzîk jî bo perwerdehiyê destpêkeke rast e. Platon dibêje beden bi bêdenparêzî û bi reqsê, rih jî encax bi mûzîkê dikare were perwerdekirin. Armanca perwerdehiya mûzîkê jî, lihevanîna/guncaniya aqil û rih e. Platon bi vî awayî di navbera bandêra/sazûmana sîteyê û mûzîkê de, têkiliyeka xurt ava kiriye. Armanca perwerdehiya mûzîkê ya hemwelatiyan, lihevanîna aqil û rihê mirovî ye. Perwerdehiya mûzîkê, dê yasa û sazûmanê bike taybetmendiyek xweser ya hemwelatiyan.   

Lew re li gor Platon ti tişt bi qasî mûzîkê li ser giyana mirovî ne bandorkar e, ji ber ku di mûzîkê e aheng û guncanî heye. Herweha, mûzîk temînata sazûmana/rêkûpêkiya sîteyê ye jî. Û divê nobedarên sîteyê, bala xwe baş bidin mûzîkê. Lew re, bêrûmetiya li hemberî yasayan, bi mûzîkê dest pê dike û ji wir jî, xwe berdide nava kevneşopiyên civakê. Ji wir jî, bandûrê li têkiliyên mirovî dike û ya herî dawî jî, di yasayan de xwiya dike. 

Binyada girîngiya mûzîkê, felsefeya Pythagorasperest e. Lew re Pythagorasiyan wiha parastine ku li gerdûnê ahengeka harmonîk heye, yasayên harmoniya mûzîkê bi yasayên xwezayê re di nav têkiliyeke xurt de ne û mûzîk, rê li lihevkirina sazûmana gerdûnê û mirovan vedike. Û mûzîkê, mîna hêzeka mezin hesibandine. Platon jî di bin bandûra wan de maye û guncaniyeke/harmoniyeke mezin di mûzîkê de dîtiye û xwestiye ku bi riya mûzîkê, rihê mirovî û sazûmana sîteyê, lihevbîne.     

Axirê, di felsefeya perwerdehiyê ya Platon de, ji bo sîteyê destpêka/gava herî baş perwerdehî û ji bo perwerdehiyê jî, gava ewilî a herî baş, mûzîk e. Bi qasî mûzîkê, ti tişt bandûreka baş li rihê mirovî nake û mûzîk, ji bo bandêra/sazûmana sîteyê û parastina wê, alaveka/amûreka herî baş û girîng e.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

07.12.2014 

 Jêder

1- Platon, (Dewlet, The republic)

2- Destpêka Felsefeyê, Ali Gurdilî.

3- Platon û Perwedehî, Omer Yildirim  

4- Felsefe û Aforîzmayên Platon, Ali Gurdilî

5- http://www.felsefevan.org/platon-pira-di-navbera-cihana-mirov-u-cihana-neditbar-de.html 

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye. 

Têbinî: Ev gotar di hejmara 72an ya Kovara Tîrojê de jî weşiyaye.

Bersivekê binivîsin