Remzi Şener: Felsefe du car meraq e

Remzi Şener: Felsefe du car meraq e

Remzi Şener: Felsefe du car meraq e

    Di dinê de bersiva her tiştî heye (di çarçoveyên vacê de), bawerî ji pirsa bê bersiv re tu car nayê. Di hebûna mirovan heya aniha, mirov her tim di meraqek de û di nav çemê gumanan de xwe dîtiye. Lewra mirov dema li derdora xwe mêze dike, tiştên pêkhatî bala wî dikşîne, dixwaze ji derdora xwe fêhm bike. Ji ber wî jî mirov her tim ti tatêl û gumanan de bûye. Pişt re di hişê mirov de jêpirsîn hatin holê: çima, çawa, ji ber çi… û hwd. Di bingeha felsefeyê de meraq û jêpirs heye û watedar kirina pirs û gumanan heye. Felsefe; zanîna tiştên kesnezanî, bersiva  meraq û tatêlên ku di hişê mirovan de û çavkaniya zanîstê ye.

    Her mirov dikeve meraqa tiştekî, lê her meraq ne felsefeye, her jêpirsîn ne felsefe ye. Tenê bi çima û çawayê felsefe nayê kirin. Mînak: Dîwarek pirr bilind û bi têlên strî derket hemberê mirovek. Mirovek ji rêzê, tenê pirsa “ev çi ye û çima ev dîwar li vir e” dike. Ev ne felsefeye û ne pirsek watedar e. Mirovê felsefevan, van pirsa dike: “Gelo ev dîwar çima li vir e, kî danî vir, gelo sedema çêkirina vê dîwarê çi ye, pişt vê dîwarê çi heye, gelo çêkirina vê dîwarê bo parastina mirovan e an jî ji bo astengiyê ye.” Felsefevan piştî van pirsan riya çareseriyê digere. Ne tenê carek meraq dike, meraqa meraqan dike.

Pêdiviya me bi felsefeyê heye. Lewra;

– Jiyana mirovan watedar dike.

– Tiştên keznezanî, di çarçoveya aqil û vacê de çareser dike.

–  Çavkaniya zanîstê ye.

– Mirovan pêş ve dibe.

– Ji aliyê kar anîna aqil ve dibe alîkar.

– Mirovan jirêzêtiyê derdixe û mirovan dike mirovek aqilmend.

– Çavek rexneyî dide.

Pêdiviya me her tim bi felsefeyê heye, lewra felsefe wateya jiyanê ye, jiyan bixwe ye. Çawa ku di gerdûnê de bi mîlyonan hesare hene û ji bilî dinyayê de jiyan nîne; di dinyayê de jî bi milyonan mirov hene, lê dibe ku felsefe di her mirov de tune be. Ev jî tê wateyê ku her mirov difikire, lê fikra her mirov ji hev cuda ye; çi watedar, çi bêwate… Di nav van mirovan de, mirovên jirêzê jî heye, mirovên ku wateya jiyanê bi felsefeyê watedar dike jî heye. Ji bo paşeroja mirovan û mirovatiyê, pêwîst e ku mirovên aqilmend û gumanker hebin. Ew kes jî ji felsefeyê fêhm dikin. Pêdiviya jiyana mirovatiyê encax bi felsefe û felsefevanan çêdibe , ji ber ku riya rast dizanin û dizanin pirsgirikan çareser bikin. Dizanin biramînin.

Remzi Şener

Wan / 05.03.2016       

Têbinî: Tehm û lezeta jiyanê di felsefeyê de ye. Pêdiviya mirovan wek nan û avê bi felsefeyê heye. Felsefe; ne gotina peyvên vala ye, ne jî tevlihev kirina hiş e.

Bersivekê binivîsin