Sebebê Porspîbûnê
Sebebê Porspîbûnê
Pisporên navneteweyî yên li University College London, ‘gen’eke nû kifsh kirin ku gen dibe sedema porspîbûnê. Vedîtina vê genê dikare rê li ber sebebên pîr-kalbûnê bigire. Koma pisporên navneteweyî nimûneyên-DNAyê ya 6.000 mirovên ku bidilê xwe beshdarî vê lêkolînê bûn, berhev kirin. Di lêkolînê de geneke bi navê IRF4 weke îhtimaleke porspîbûnê derket holê. Gena hanê di mirovên xort-ciwan de pirr zêde tê dîtin ku rengên xwe yên xwezayî di temenê ciwaniyê de winda dikin.
Lêkolîner û serleyzvanê vê lêkolînê Kaustubh Adhikari di BBCde wiha dibêje; me dizanibû ku hin genên tespitkirî di porspîbûn yan jî porweshînê de cih digirin. Lê cara pêshîn e em geneke ku dibe sedema porspîbûnê tespît dikin, û herwiha vedîtina genên ku li ser tevnik (şane-rachînk) û barista mirovî bibandor bû. Ligel vê yekê koma pisporan, kîjan gen, bandora xwe li ser mîqtara porê mirovî dike, kifshkirin. Weke mînak, geneke bi navê EDAR pê rî-riha mirovî dirêj dibe, û herwiha FOXL2 dibe sedema zêdekirin û xurtkirina birûyên mirovî.
Werger: Metîn Eser / Chavkanî: De Morgen