Rewşa Xirab ya Bejaviyan

Rewşa Xirab ya Bejaviyan

An Martel, yê li zanîngeha U Gentê (Belçîka) pispor e, diyar kir ku ji sedî 41 ji cureyên bejavî-amfîbî yên li ser rûyê erdê bi tunebûnê re rû bi rû mane. Sebeba vê yekê jî ‘mirovahî’ bi xwe ye.

Pispor ji vê rewşa xerab ya bejaviyan ne matmayî maye, lewre beq, beqa bejî û malbata qurnewêlkan(semender) li her aliyê gerdûnê li ber xwe didin. Li aliyekê ve bi çêkirina avahiyan û cotemeniyê hawirdora şûnên vejiyînê tê tengkirin û qilêra hewayê jî li barê giran yê heyî zêde dike. Li aliyê din ve jî nexweşiyên ku carekê de rû didin, bejaviyan ber bi tune bûnê ve dibin.

Martel wiha dibêje: “Li Belçîkayê qurnewêlk di bin xeteriyeke pirr mezin de ne, kurmên ku li laşê qurnewêlkan didin pirr in. Nexweşî cara pêşîn li Hollandayê hatiye dîtin, dû re xwe gihandiye Belçîka û Almanyayê. Îthalatkarî-hawirdekarî jî sebeba nexweşiyên qurnewêlkan e. Nexweşiya qurnewêlkan ji qurnewêlkên Asyayî yên bi rêya hawirdekariyê anîne Ewropayê derbasî qurnewêlkên Ewropayî bûye. Kurma qurnewêlkan xeteriyeke pirr mezin e.

Martel wiha berdewam dike: “Qurnewêlkên Asyayî dikarin li hember kurman bidin, li hember qurnewêlkên Ewropayî bihêztir in. Ku kurm carekê di nava komeke qurnewêlkên Ewropayî de peyda bibe, heta wê komê têk nebe dê raneweste. Ji bo vê meseleyê bikaribin çareser bikin, li Swîsreyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hawirdekariya qurnewêlkên Asyayî hatiye qedexe kirin. Li Belçîkayê, Hollandayê û Almanyayê bo vê meseleyê hê çareserî nehatiye dîtin, lê pêngavên bo çareseriyê hêdî hêdî xwe bi rû didin.

Dezgeha ji bo xweza û daristanan, ji hemwelatiyên Belçîkayê daxwaziya qurnewêlkên mirî yên di xwezayê de tên dîtin, bibin zanîngeha UGentê, kir. Lewre dê li wir lêkolînên nû bên kirin ku bikaribin kurm û nexweşiyên nû tespît bikin.

Metîn Eser 

Çavkanî: VRT 

Bersivekê binivîsin