Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar Pîroz be!
Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar Pîroz be!
Beriya serdestiya mêran, di civakê de jin serdest û desthilatdar bûn. Di malê de gotin ya wan bû û li ser zarokan jî, tu mafê mêran tunebû. Çimku hêza hilbirandinê, wê demê di destê jinan de bû. Jinan çandiniyê dikirin yan jî diçûn li daristanan mêwe û fekiyan berhev dikirin.
Piştre, bi rêya şoreşa çandiniyê û peydabûna mulkiyeta taybet, hêza jinan di civakê de kêm bûye û mêr bûne serdest û desthilatdar. Dewra ku jin lê serdest bûne, Dewra Maderşahî yan jî Dewra Daykanî ye. Bi hêviya ku jin jî di civakê de xwediyê sozê bin, azad û bextewar bijîn, bila roja hemû jinên kedkar pîroz be.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
08.03.2016