Rolativîzma (Dîmanatî-Îzafîtî) Sofîstan

Rolativîzma (Dîmanatî-Îzafîtî) Sofîstan

Rolativîzma (Dîmanatî-Îzafîtî) Sofîstan

Rolativîzm şeklekî gumanparêziyê (şikparêziyê) ye û mirov dikare bibêje ku xwe di bin kirasekî din de nîşanê me dide. Di dîrokê de yekemîn car ji aliyê Sofîstan ve hatiye derbirîn, ku Protagoras serpereştiya wan dikir. Li gor bîr û baweriya Protagoras; cîhana nesneyan, her dem diguhere û di nav guherînekê de ye. Ji ber vê yekê zanayiyên ku bi rêya sehekan têne bidestxistin, ne zanayiyên resen in, zanayiyên demî (demborî, muweqet) ne û sehekên me, nikarin yên sereqet (domdar) û mayende, nîşanê me bidin.

Nexwe, encax tiştekî ku ne ji sehekên me (pêhesiyên me) were dikare rast be. Di vê xalê de aqil, ji sehekan rasertir e. Lê aqil jî, berdewama sehekên me ye. Lewra dema sehek têne guherîn, aqil jî zanayiyên ku her dem têne guherîn derdixe holê. Ji ber vê çendê jî zanayî, biguman e.

Protagoras, ji vê xalê dest pê kiriye û gotiye ku <Pîvana hemû tiştî, mirov in.> 

Di vê pêşnîyarê de mirov ne wekî qategoriyeke, lê yeko yeko wek mirov têne hesibandin. Lewra hemû kes, ancax dikare bi pêhesiyên (sehek) xwe bizanibe. Tiştê ku tê hîskirin, ji bo yê ku hîs dike heye. Heke di sehekên wî de tune be, ew tişt tune. 

Heke wiha be, wê demê çend xalên girîng jê der diçin:  

1- Rast, tiştê ku mirov dibîne, dihise û hîs dike, ye.

2- Çiqasî mirov hebin, hewqas jî heqîqet hene.

3- Prensîbên gerdûnî yên ku ji aliyê hemû mirovan ve têne pejirandin, tune ne.

4- Di warê zanayî, ehlaq û hwd. de rastiyeka misoger tune.

5- Şexs, pîvana heqîqet û başiyê ne.

6- Ji bilî pêhesîyên şexsî, mirov nikare çavdêriya tu tiştî bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

17.02.2015

Bersivekê binivîsin