Şika Metodîk: Descartes

Şika Metodîk: Descartes

Şika Metodîk: Descartes

Rêbaza şikê ya ku Descartes ew bikaranî ye, li Ewropa û li hemû dinyayê, ramana nûjen xistiye bin bandora xwe û bûye rêbazeke baş ya hilberandina zanayiyê.

Descartes wiha digot:  

1- Em bibêjin ku ez di xewnekî de me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin ku ew wanekan/nesneyan bi awayekî cihêreng nîşanê min dide. Encax ez di xewn de bim jî, wiha bifikirim ku ez ji layê cinekî ve tême xapandin jî; yê ku tê xapandin û nesneyan cihêreng dibîne jî, dîsa ez im.   

2- Şikkirin/gumankirin, pêhisîn û tirsîn û gelek tiştên din, fikirîn e. Heke şikkirin, fikirîn be û yê ku di şikê de ye jî ez im; difikirim, nexwe ez he me.- Cogito ergo sum.  

Descartes berî her tiştî dixwest ku xwe bigihîne bingeheke zexim û bi vî awayî, xwe ji hemû gumanan xilas bike. Heke hebûna min ji şikê/gumanê dûr be, ramanên min yên ku ez wan tînim zimên; dê ji gumanê dûr bin. Lewra, ji ber ku dê ew jî ji hebûna min der biçin, wê ne gumanbar bin. Li gor Descartesî; bi vî awayî pêkan e ku mirov xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, wekî zanayiya matematîkî.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

17.02.2015

Bersivekê binivîsin