Rûreşî û Cahilî

Rûreşî û Cahilî

Xwezî yê herî zêde qala cahiltiyê dikin, ne cahilê dunyayê û yê herî zêde qala rûreşiyê dikin, ne rûreş, rûgeş bana!

Gava min navê berêz  Mezher ê Mele Abdilqudûz ê  Cemîl ê Seyda xwend, raste rast metelokeke bavê min hate bîra min. Dibêje rojekê zilamek çûye mazatê, dîtiye vaye zilamekî bi rih, Conegakî difiroşe. Gava kiryar ji xwedî dipirse: Navê te bixêr? Xwediyê Conega dibêje; navê min; Hecî Şêx Melle Seyîd  Osman e. Kiryar dibêje; Bila Şêxtî û Melletiya te bimîne li dera han, Hec û Seyîdiya te, ez bi heyran. Safî Osman gayê te bi çi ye? Em jî werin ser şîrova safî Seyda. Lê xwezîka erka xwe, û navê xwe yê partîzanî jî bigota, wê bêhtir bihata fêmkirin.

„Ji vê rûreşîyê re Cehla Îslamî tête gotin!“*

Manşêta vê gotarê bêhna fitnê jê tê mixabin. Yê nizanibe wê bêje, qey êrîşeke li ser misilmanitiyê rûdaye. Û di vê peyvê de, rûyê berêz Seyda, yê êrîşkar û hedef nîşandanê heye. Weke ku di serê peyvê de xuya dibe, ku cahiltî û ne cahiltî, di têgeha berêz Seyda de, xwe di misilmantî û ne misilmantiyê  grêdaye. Ango armanc ne tênegiştin û asta gotarê ye, armanc di bin hin nav û kirasan de, nepijrandina hin nav û mafê êzîdiyan e. Her weha, kurd û kurdistanê, û helbet partiyekê jî ji bo xwe dike zirx. Ew dikare Ola îslamê jî ji xwe re bike zirx û hin fetwa jî derîne. Lê mala wî ava ku tenê fetwayê heramkirinê û kuştinê dernexistine. Raste hêja Seyda dibêje;,ger dilê meriv çiqasî pak be jî, lê ji pênûsê re dikarin hin gemar rû bidin.

Ez jî dibêjim dilê meriv ne pak be, ter tiştê ji pênûsê diherike dikar weke gemar were dîtin. Lê xuyaye, hêja Seyda dunya û gotarê berevaja dixwîne. Lewma jî her peyv, kum û xefatenekî din lêkiriye û daye ber xwendevana. Ez weke prensîp ji xwendevan lêborînê xwe dixwazim ger gotar dirêj be. Lê heta ji min wer ezê kurt bidim ber.

Vê yekê jî bi berjewendîyên kurdan û Sadamî sitiratejîk û hesabên wanî li ser êzîdîyan ravedike/izahdike.  Mixabin, berêz Newaf nabêje ka ev hesab çiye, heger heba divête bigota. Berêz jibîr dike kû Êzîdî kurdin û Şingal perçakî Kurdistanê ye. Gelo Êzîdî ne kurdin? Şingal ne xaka Kurdistanê ye?

Herçend pirsa berêz Seyda, erdnigarî yan jî geografiya Şengalê be jî, lê di bersiva wî ev xuya nake. Kurdbûn û ne kurd bûna êzîdiya ye mebesta wî. Helbet her welat û her siyaset, siyaseteke wê ji bo Iraqeke nû û pêre jî Kurdistaneke nû hene. Berê û  siberojê jî ciyê Şengalê grînge ji bo herkesê ku hesaba li ser wê axê dike hene. Ev tiştekî asayî ye. Her weha  Herema Kurdistanê ya ku amedekariyê xwe ji bo serxwebûnê dike jî hene. Ez weke kes vê biryarê bi şadî pêşwaz dikim. Ev ciyê dilxweşiya her kurdekî ku ked ji bo serxwebûne dayî ye. Ger gotar bi dilpakî were xwendin wê bête dîtin, ku ez qala leystikên di nav kurdan de, yên bi navê partiya têne kirin dikim. Ne pêwîste ez parastina hin hêz û kesan bikim, ger ew ne hewceyê peyva min ya rexneyî bîn, ne hewceyê pesn û parastina minin jî. Tiştê min li ser partiyê kurda aniye ziman faktin û ne tohemtin. Ji baş were fêmkirin ez hêvî dikim cenabê we dîsa bixwîne, lê ev tiştekî eyane.

”Mana di nav Xelîl û Celîl de ” tê çi wateyê gelo? kû berêz ji bin çengên xwe derdixe û direşîne. Xelîl yekî kû merov jê pir hezdike û bi merov pir şerin e, Celîl jî yekî kû merov nikare qedir û qiymetê wî bişikîne, nikare jê re bê je na. Di”tengayak” wusa de merov dikeve nav Xelîl û Celîl. Gelo kurdên Êzîdî ji alîyekî de ewende ji Saddamî hezdikirin û ji alîyê din de ji ewende qedir û qiymetê kurdan (ji ber ew bi xwe ne kurd in li gor têgihiştina berêz Newafî) û partîyên kurdan digirtin jiber vê yeke ev tofanî bi serê wan de hat? Cihê şermêye…

Peyva „Xelîl û Celîl“ ji aliyê berêz Seyda ve, weke kurê Mella baş tête zanîn. Lê ez bi awakî din şîrove dikim. Ji bo min yê dixwaze û yê dikuje, yan yê dixwaze jêbike jî, herdok ne pîrozin. Yê bijînin û vejînin pîrozin. Ya rast ez jî kêm dibînim; Êzîdî di nav du dîwar û agirande man û mane. Yek aliyê kurdê misilman, aliyê din rejîm û têgeha misilmanê faşîst, regezperest û şoven. Êzîdî hem bi aliyê olî û netewî herdo aliyan hatine heciqandin. Yê şerm bike, ne ez û êzîdî ne, yên rûyê şermê hebe divê ew şerm bikin..

Pirsa giring livir ev e: kinga û bi çi haweyî? Bersiva vê pirsê di nivîsa berêz Newaf Mîro de mixabin tuneye. Lê ji mafê her kurdekî ye, çi êzîdî, çi bisilman û çi bê ol, kû berêz Newaf Mîro bersîvê bidê.

Mesela Saddamê faşîst û xwînrij,  li ber çava ye, ne tenê Êzdiya, herkes û hêza li nava axa Iraqê ya fermî, neçar maye bi rengekî bi rejîmê re bide û bistîne. Ez naxwazim wî û hêzên Kurdistanî bi hevre bipîvim jî. Lê xedereke mezin heye, ku divê neyê jibîrkirin, yên ku herî zêde bi hêzek dijerê xwe re şer dikin,yan di tekoşin, bi demê re hinekî weke wî dibe. Ev pîvaneke ji bo herkesî û hêzê derbas dibe.

Berêz Seyda bi heter pirsa; „Ma êzîdî ne kurdin û Şengal ne Kurdistane“ dike. Ez dibêjim qey ne pêwîste mirov li ser vêya bipeyve jî. Qewl û beytên êzdiya her weha rabûn û rûniştina êzdiya, ji serî hetanî binî Kurd û Kurmanciye. Tiştekî ez jê şik bikin nîn e, û ziman û qewlên wan li ber çava ne. Lê meriv nikare ji bo kurdekî misilman vêya bibêje. Çenko melle her melleye, çi ereb, tirk yan jî wekî din. Lê tevî ez bi peyva bratiyê bawer nakim jî. Lê pêşiyê me gotine; Bra bra ye, lê bazar xuya ye! Ferman û qiyametê hatine serê êzîdiya ne tenê ji ber ku kurd bûn, herî zêde ji ber ku ew êzîdî bû.Û her tiliya axa, beg, mîr, melle û seyîdê kurdê misilman têde hebû. Û hêjî ev bextê reş û taliha xirab nehatiyê guhertin. Ereb, Tirk û Ecem bra ne, ji bo kurdên misilman, lê êzdî „kirîv“in. Yê xwarin û vexwarinê Êzîdî û Elewiya heram kirin û dikin herî zêde kurdê misilmanin.

Lewma jî ne pêwîste mirov peyvên dagerkerê Kurdistanê û misilama bikar bîne. „Em hemû dibin yek alê de, li ser heman axê û welatî dijîn û em hemû bra ne. Ola me yeke, em hemû misilmanin“. Ger em dibin yek alê û li ser yek axê bijîn jî, lê taybetmendî û nirxên êzîdiya yên cêwaz hene û divê bê şert û merc werin pesendkirin. Gava bi heman çavî em li bûyerê binerin, nexwe ne pêwîst bû û ne pêwîste ku Kurd jî doza mafê xwe yê rewa û pîroz bikin. Zorbeya kurda misilmanin, nexwe dikarin bi navê „bratiya olî“ bi dagerkera re bijîn. Lê weke herkes dizane ku kurda can da, ser da, lê dest ji doza xwe berneda.

Cihê pirsê ye, yanî çi, êzîdî cîranên sunniya ne divê bibin ereb? Divê bisilman bibin û bibin sunnnî rojî û limêja wan bînin malên xwe (mebest ji sunniyên erebin)?

Çi peywendiya ser nivisê bi van ramana re heye ez tênagijîm. Çima ewqas meriv dikare peyvê vaja bike. Ez ne bi çi awayê guhertinê re me. Ne êzîdiyek ola xwe, ne jî misilmanek bila ola xwe bi guhêz e. Lê di pirsa berêz Seyda de xuya dibe, ku „êzdî bibin sunniyê kurd“ baş e. Lê yê ereb ne baş e! Ev têgeheke seyr e. ji dema Dînozora ve maye.

1- Ev ne raste û ne mînakeke başe; jiber dîroka dêrsimîyan kû xwe nezîkî dewleta tirk kirine egerên wê ji çaxa dewleta Osmanîyan tên, ne jibo kû dijayetîyek di navbera kurdên sunnî û kurdên elewî de hebûye.

Mînaka Dêrsimê û Elewiya qet ne cûda ye ji ya Êzîdiya û Şengalê. Ew agahdariyê cenabê te dane rastin, lê ji wan rastir derfet û danûstendina bi xelkê heremê û ol a wan re ye. Civak  û êlên kurd, ku girseya wan misilanbûn, ji bo elewîya û êzîdiya qet ne selafîstên qesas çêtir bûn. Heta Selafîstên yekem li gorî çavkaniyên êzîdiya kurdên misilman bûn. ji bo xwe, ne ji bo xwe, ev tiştekî din e. Şer û komkujiyên ku îro li Kurdistanê dibe jî, ne rasterast li ser navê netewekê ye. Li ser navê îslamê ye. Mînaka ber bi çav, Mîrê Bohta û Mîrê Kor yê Rewandûzê ne. Em dizanin ol ji bo hemû kurdan grînge, heta taybetmendiya xwe di olê de dibînin. Lê dagerkera doza guhertina netewa wan, kurdê misilman jî ya ola wan dikirin. Lewma jî ew ewlehî û bawerî nedane û hindikayîn xwe, ew ne parastin e. Lê di binî de, mînaka sekuleriyê dike mînak. Ez pirs dikim kurd bi tevahî çiqasî sekulerin? Û çiqasî bratiya netewî kirine pêş ya olî? Mixabin û sed mixabin, yasa yê li heremê hene yên dema Saddam û yên li ser bingeha şerîhetê ne. Şahidtî mafê êzîdiyan jî, li gorî gorî rêbazên şerîhetên e. Hê şadetiya misilmanekî û ya êzîdiyekî ne weke hev e.

Li gor berêz Newaf heyf bû ku Saddam çû, ji ber wêçaxê partîyên kurda karîbûn têkevin ”… nîvê êzdiya û her yekê xwest ji bo berjewendiyên xwe yên partîzanî û têkiliyên bi ereb, ecem û tirkan bikar bînin.”  Berêz Newaf rast nabêje, jiber kurdên Êzîdî, berî Saddam jî û piştî Saddam jî ên digotin em kurdin û em Barzanîne jî hîn jîndarin.

Pirsa „piştî Saddam“ ez jî meraq dikim, ka berêz Seyda ku xwe weke parêzerê hin sazî û dezgehan dibîn e. Ka çi maf û dad ma ji Êzdiya re? Belê ne ji kurdê misilman ji êzdiya re? Ez li vir bi taybetî dibêjim: „ÊZÎDΓ çenko Kurd û Kurdistan ji bo min di bin vê peyvê de veşartiye. Ew pira di nîvê asoyê kurmanc û Kurdistanê de, ya vê dunyayê û wê dunya yê ye. Ya di nîvê Xwedê û Evd e. Ya evd û gerdûnê ye. Ji bo misilmanekî dikare netewa wî ne grînge be. Zimanê wî ne grîng be, lê ji bo êzîdiyekî ev derbas nabe. Qewl û duhayê Êzîdiya, ziman û nasname ya rasteqîn e. Lê mebesta Seyda ne zelalkirina mijarê ye. Mebesta wî êzîdiya bin hina aliyan ve grê bide. Ezê weke kes, ne li dijim ku êzîdî di nava hin partiyan de, çi kurd û ne kurd de xebatê bikin. Ez ne pêre me, êzîdi bikevin bin xizmeta yek partî kesa jî. Êzdî ol û civakekin, ji her rengî û dîtinê divê hebin. Lê bêyî nêrîn û partiya xwe li ser herkesî ferz bikin.

Ê nizanibe dê bêje belkî li Kurdistanê weke li Ewropayê polîtîka jibona dengdaran ewende zelale/kirîstalîze bûye lewra divête partîyên polîtîk vê yekê liber çavên xwe bigirin. Lewra PDk ji dil ” nêzikî nîşanî êzdiya nedaye, yê daye jî têra êzdiyan nekiriye.” li gor Newaf.  

Ev nêrîna berêz Seyda, dike ku her meriv şik û gumana bîne ser rêvebiriya heremê. Ger ne wûsa be, nexwe hilbijartin ji bo çiye? Xuyaye berêz Seyda weke zorbeya misilmana, li ezman li Xwedê digere, lê tiştên li ber çavê wî diqewinim û hene nabîne. Li ser xwendina Quraan ê, di televizyona Kurdistan Tv ê de di destpêka vekirina wê de û heta demeke drêj jî. Helbet ez ne li dij xwendina Quraanê me, û ne jî mafê min e. Mafê olî û nêrîna takekesî, bi qasî her tiştê pîroz, pîroz e.

Li ser partiyên bi navê Kurdistanê. Min hin agahdarî dabûn, ez naxwazim dubare bikim. Lê pirêza van partiyan li ber çava ye. Lê ya ji her tiştî grîngtir daxuyanî û bernameya wan yên ji bo siberoja heremê û Kurdistanê li ber çava ne. Xwezî ne ji bo hesabê xwe yên teng û tenê nêzîkî êzîdiya bibûna. Ya herî kambax rewşa êzîdiya, ya kambax ji bo neyartiya navxweyî bikartînin. Nêzîkatiya bi êzîdiyan re bêhna şerê navxweyî jê tê mixabin. Ev ne li berjewendiyê xêrxwazê Kurd û Kurdistanê ye. Ya ji bo Talabanî ji bo min grînge. Berê gotine; Ga dimire çerm, mêr dimire nav yan jî gotin dimîn e. Ev mînake, ku ji hin kes û hêzan re dibe mînak. Lê xuya bû agahdariyê min kêm bûn, ji agahdariyê te dane spas berêz Seyda.

1-) Berî her tiştî berêz Newaf bûyerê dike mesela partîyan, ne a netewê kurd û weke polîtîka başûrê Kurdistanê. Artikela berêz Newaf Mîro ji serî heta binî bi pêjna dijberîya kû hukûmetek û serokekî legîtim meşru/şerîî li Kurdistanê heye hatiye nivîsîn û ev yek jî bi zanebûne. Bêhna berî 1992 û 1994 heta 1996 ji nerînên berêz Newaf tên. 

Min qet armancek û niyete nîn e, ku ez dijberiya saziyên Kurdistanî û Serokê wê hêja Mesûd Barzanî bikim. Û ev tiştekî ji min zêdetire. Min tenê pênûs heye, ka ezê çawa li dij tanq, top û çeka derkevim. Berevajî ez her hêz û saziyê Kurdistanî weke yê xwe dibînim, lê bi qasî ku ew li mafê min yê rewa xwedî derdikevin û diparêzin. Yê min xemgîn dike, camêrên weke cenabê te, ji bo xwe bi hêz û kesên xwedî erk şîrîn bikin, êrîşî kesên weke min dikin. Ev ne ji mafê te ye. Weke hemwelatiyekî, ez dibêjim hemwelatî, çenku nasnama min ziman û hizrê min e. Çawa ez nikarim, ji xwe bazdim, ez nikarim ji nirxê xwe jî bazdim.  Li ser Serxwebûna Kurdistanê. Serxwebûn misogeriya mafê netewa Kurd û helbet yê min e jî, li seranserê dunya yê.  Xuyaye cenabê we, min tenê bi gotara mijarê dinas e.

Bûyera kû berêz Newaf dibêje”Lê ji neçarî êzdî ji xwe re li rê û derfetne din digerin. Êzdî ne weke ku tête nişandan ji sîxurtî û xayîntî li rêyên din digerin.” ji du alîyan ve tirajedîke; yek, yeka yeka sixur dikare ji her derî derkeve lê tevayikirina/generalisation bûyerê şaşe (mixabin ev nivîsa berêz Newaf hew alîkarîya vî hişmendîtîyê dike) weke kû bête gotin kurdên Êzîdî ji DAÎŞê hez dikin.

Mixabin her roj, li ser tevnên civakî(Facebook, Twiter û wkd)  êzdiya bi sixûrtiyê û dijmintiya heremê tewanbar dikin. Heta ji bo gelleka malzeme derketiyê, rewşa kambax, kambaxtir bikin. Lê jiyan bi tevahî lêgerîn e. Ger rêyek were girtin, yan jî têk biçe mirov, yan civak neçare ji xwe re lê rê ne din bigere. Mixabin piştî karesatê, mixabin tevdana êzîdiya, ya ji bo berjewendiyê partîzanî didom e. Ev bêyomî dikare di siberojê de, şerê nav xweyî dîsa derîn e. Lê mînaka „ji Daiş ê hezdikin“ tiştekî abzûrt e ciyê daxê ye.

Ev hevok ne tenê înkara rastîya rewşa kurdên Êzîdîne û rewşa Şingalê û rewşa başûrê Kurdistanê ye lê RÛREŞÎYA herî mezine kû piştî DAÎŞê Şingal girtîye hatîye kirin.

Ev mînak tehle. Lê sed mixabin gava mafê medenî û hemwelatî neyête parastin û hemwelatî bi ber fermana keve. Mal û bajar werin talankirin. Û bi hezara jin werin dîl û kole kirin. Jinê Hemwelatiya (êzîdî)  werin kirîn û firotin. Hêzên çekdar yên ku wan bi parêzîn, bê şer û kuştin hemwelatiya ji gur û neyara re bihêlin. Berpirsiyar desthelat e. Yên beriya her tiştî lêborîna xwe bixwaze û heta destjikar berde jî desthilatdariye. Lê mixabin, heta nika jî, min tiştekî ber bi çav nedîtiye. Ger hebe bêjê û raveyî min bike ezê lêborîna xwe bixwazim ji desthelatê û cenabê te jî berêz Seyda.

Ev hevok ne tenê înkara rastîya rewşa kurdên Êzîdîne û rewşa Şingalê û rewşa başûrê Kurdistanê ye lê RÛREŞÎYA herî mezine kû piştî DAÎŞê Şingal girtîye hatîye kirin.

Jiber kû mebesta te partîyên kurdane şeref, etîk û morla întellektuelî li ser cenabê te Newaf Mîro pêwîstdike kû te ev beşanan binavkiribana.

Ez ji van peyvan weke kes gelekî tengezarim. Şeref û etîk di edebê de ye, yê ji edeb û erdemê bê par, ji şeref û etîkê jî bê par e. Lê herkes dizane ku mixabin êzîdî, jinê êzîdî li mazatên DAÎŞ û civaka êzîdî di destê partiyên bi hêz de leystikin. Ev partî di serî de PDK û PKK  ne. Dixwazin hesabên xwe, yên kevn û nû li ser serê êzîdiya safî bikin. Ger rewş ne ev bûya, niha Şengal bi rengekî hatibûya rizgar kirin. Esas rûreşî ev e. Lê weke her dem yê kirî ne, yê gotiye tewanabar û rûreş e. Di têgeha rojhilatiyan de.

Konstant dijberîya te yî li dij pêwendîya peyva kurd û Kurdistanîyê û Êzîdîtîyê di vê artikelêde tê nayête têgihiştin.

Ger nayête têgiştin ev peyv û tewanbariyê cenabê te ji bi çi ne berêz Seyda? Yan armanc şêlûkirina mijarê û  xwendineke berovajiye. Xwendina berovajî meriv ber bi rê û nîşanê bervajî ve dibe. Yan jî berêz Seyda, dîmenê xwe, ya yê di asoyê xwe de rave kiriye. Min li jorê jî bersiv dabû. Lê bila dilê te gellekî aram be berêz Seyda, ez çawa nikarim dijê xwe bîm, wûsa jî ezê nikaribim li dijê nirxên Kurd û Kurdistanê bim. Lê ezê kesî nekim gorî û qurbana kesekî din. Ez welatekî xewn dikim, yê ku kesek bi ol, nijad, eşîr, hizr û zayenda xwe ji yê din çêtir û bilintir be.

Ev  hevoka dawî di artikela te de gumna kû berjewendîyên te, ên kesayetî, tê de hene ger kurdên Êzîdî werin Elmanyaye vedike.

Ez bawer dikim vê mînakê merema berêz Seyad, ya berjewendîperest daye der. Ez berjewnidiyên xwe di azadî û maf de dibînim. Hatina Ewropa, destpêkiriye û ez dibêjim, pêşî girtin jî zehmete. Penaberê bê cih û mal yê li serê rêya, di destê rêzana de şerpeze ne. Qet nebe rêyeke medenî li ber wan vebûya baş bû mebesta min. Ez spasiya te dikim, ku te rê vekir, ku ez li ser vê mijarê bi ber firehî rawestim.

Lê ez hêvî dikim careke din, gotara te bilind be, ku tu jî pêre bilind bibî, bi xwe re erka xwe bilind bikî, bi erkê re, nirxên xwe bilind bikî, bi nirxên xwe re, di dunyayê de bilind bibî, lê di texma êzîdiya, yan xelkê xwe de nizm bî, daku tu karibî xwe weke êzîdiyekî bibînî, wê tê pêre di nav dunya têgihştî de bilind û berz bibî.

newafmiro@gmx.de

05.06.15

*KURDINFO  (Ji vê rûreşîyê re Cehla Îslamî tête gotin! )

Bersivekê binivîsin