Sofîstên Sereke Yên Civaka Yewnana Kevnare

Sofîstên Sereke Yên Civaka Yewnana Kevnare

Sofîstên Sereke Yên Civaka Yewnana Kevnare| Ali Gurdilî   

Sofîst di civaka antîk yewnanî de ew kes bûn ku biperetî/biheqê xwe dersan didane zarokên dewlemendan. Hinek caran jî, hatiye dîtin ku Sofîstan zanayiyên xwe yên felsefî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikar anîne. Di nav wan de gelek mirovên ku bi hatiniya dersan gellekî dewlemend jî bûne û ev yek, ji aliyê gellek fîlozofan ve bi awayekî pirr dijwar hatiye rexnekirin. Di nav sofîstên sereke yên Yewnana Antîk de, Protagoras gellekî navdar bûye û hatiye nasîn.  

Protagoras û Ramanên Wî  

Berî Zayînê di navbera salên 485- 420- an de jiyaye û wekî cihgirê/nûnerê Sofîstan yên herî mezin tê hesibandin. Di heman demê de serpereştê Sofîstan e, seranser li hemû Yewnanîstanê geriyaye û dersan daye şagirtên xwe. Cara pêşîn yê ku ji bo dersan pera sitandiye, Protagoras e û bi saya hatiniya wan dersan, gellekî dewlemend jî dibe. Protagoras, felsefe û dazanîna xwe li ser şikê û nerastiya/xeletiya sehekan ava kiriye û bi pirtûka xwe ya bi navê ‘XWEDÊ’ navdar bûye.

Bi ramanên xwe re yên ku di vê pirtûkê de bûn, Atomparêzan gelekî aciz kiriye, pirtûkên wî li Agorayê (cihê bazarê) hatine şewitandin û cezayê îdamê sitandiye. Lê, di dema dawî de direve û xwe xilas dike. Piştî vê bûyerê, jiyana xwe ya mayî li biyaniyê didomîne. Li gorî zanayiyan pirtûkeke wî yêke din jî bi navê ‘Axaftina Rast’ hebûye, lê mixabin, ev pirtûk bi demê re ji holê rabûye.

Çend Gotinên Protagoras

1- Xêbatên ku ji bo bidestxistina zanistê pêk tên, ew bêqîmet in…

[Ji sedemê vê gotinê, Protagoras wekî mirovekî dijberê zanistê hatiye dîtin.]

2- Ez di warê zanayiya Xwedayan de bêçare me. Ez nizanim, gelo ew hene yan na? Hege ew hebin, ez nizanim ew di şeklê çi de ne? Lewra di vî warî de li pêşiya bidestxistina zanayiyan de, gelek astengî xwe nîşan didin. Mesela bi sehekan nayêtin dîtin, bihistin û mîna, kiniya jiyana nîjada mirovan…

3- Mirov, pîvana her tiştî ye yên ku hene û yên ku tune nin. Her tişt çawa xwiya bikin, ji bo min jî ew wiha ne. Çawa ji te xwiya bikin, ji bo te jî ew wiha ne. Ji bo yên diqufile ba serma, yên ku naqufile jî ba ne serma ye.

4- Li ser her tiştê ku dijberî hev in, gengaz e ku mirov bikaribe du peyvan bibêje. Divê em raman û peyva qels, bihêztir bikin.

[Ev gotin, wisa xwiya dike ku ji bo veşartina xirabiyên Sofîstan hatiye gotin, ku e wan di wê dewrê de bi peretî ders dane şagirtan, ev yek jî di wê dewrê de wekî helwestekî xirab hatiye dîtin.] 

5- Yên ku ji rûmet û hiquqê bêhay in, divê ew ji bo xêra dewletê û li ser navê dewletê, wek nexweşiyên mezin werin dîtin û divê ji holê werin rakirin.

6- Fêrdarî, hewcedarê xebat û afirînê ye û divê ku hê di xortaniya mirovan de, fêrdarî dest pê bike.

7- Hege mirovî danekeve kûrahiyan, di giyanê de fêrdarî çênabe.

8- Ez dibêjim ez Sofîstek im û mirovan perwerde dikim. Salên dirêj in ku ez di nav hunerê de me. Xorto! Hege tu bi min re rabî û rûnî, wê tu ê çêtir baş/fêr bibî. Wê rojên te jî baştir derbas bibin. Yên ku dê ez ê fêrî te bikim ev in: Di karûbarên malbat û dewletê de têgihiştin. Ango, zanîna birêvebirina malbatê û ji bo zanîna siyasetê, perwerdekirin. Tiştê herî mezin û giranbiha ev e ku dê ezê bidim te: Ez soz didim te ku dê ez ê te wekî mêran, bikim hemwelatiyekî zana…

Gorgîas û Ramanên Wî  

Berî Zayînê di sedsala 5- an de jiya ye û wekî Sofîstên din, ew ji bi hatiniya dersan, dewlemend bûye. Li gorî zaninan, Gorgîas di nav Sofîstan de zilamekî xweşgotarbêj bûye û cara pêşîn yê ku hunera retorîkê (hunera gotarê) bikar aniye, Georgias e. Gorgîas wisa dewlemend bûye ku, peykerekî xwe yê zêrîn dide çêkirin û li perestgeha Delphoîneyê, radixe seyra mirovan. Gorgîas, hemû derfetên dewlemendiyê bikar aniye û heta 107 saliya xwe jiya ye.

Berhemên Wî Yên Ku Têne Zanîn

1- ‘Li ser tinebûnê.’

2- ‘Pesindana Helenê’ ne.

Çend Gotinên Gorgîas

1- Ne gengaz e ku mirov bi riya aqil têbigihêje Xwedê, Xwedê ji ber vê yekê rasteqîn e.

2- Bi axaftinê, hûn dikarin hemû daxwazên xwe bi mirovan bidin pejirandin. Lewra, ew ji zanayiyan bêpar in.

3- Tu tişt, tune. Hege hebe jî, mirov tênagihêjê. Hege em têbigihêjin jî, em nikarin ji tu kesekî re vebêjin û guftegoy bikin.

[Wiha xwiya dike ku, Gorgîas bi vê gotinê re nihîlîzmê parastî ye. Nihîlîst, baweriya xwe bi tu tiştî naynin, yan wiha difikirin ku tu tişt ne rasteqîn in.]

4- Ji ber ku ne li ber çav e, nenas e. Ji ber ku ne hebûn e û xwiyakirinek e, bêhêz e…

Sofîstên Din Yên Navdar

Hîppîas: Gelî mirovan. Ez wiha difikirim ku hûn ne ji rûyê zagonan, lê ji rûyê xwezayê pismamên hevnîjad in û hemwelatî ne. Lewra yên mîna hev, dişibin hevdu û ji aliyê xwezayê ve hevnîjad in. Zagon jî, bi zordariya xwe û ligel xwezayê, gelek tiştan bi zorê dide kirin…

Tbrasymakbos: Maf, malê xwedîhêz e. [Ango yên bihêz, xwedîmaf in.]

Antîphon: Em hemû, ji xwezayê û di hemû tiştî de hatine afirandin. Çi helen, çi hov…

Alkîdamas: Zagon û kevneşop, qral in ku bi eşqa dewletê bi cîh bûne. Felsefe jî, li dijî zagon û kevneşopan qesrek e. Xwedê, hemû kesî azad kiriye û xweza, tu tiştî ne kiriye kole…

Lykopbron: Zagon, mafê hemû mirovan sewgiran/xarantî dikin. Lê ew ne xwediyê rolên exlaqî ne. Aderî, naçirisî û ciwamêrî, xwe bi tenê dispêrin peyvê…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

09.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/di-civaka-antik-yewnan-de-sofist.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin