Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê

Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê

Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê| Ali Gurdilî     

Dema ku mirov, rûbirûkirinekê banegehî/surface çêbike, wê demê mirovî bi hêsanî dikare bibêje ku felsefeya îslamê jî, mîna felsefeya xiristiyaniyê skolastîk e û bêguman, di navbera wan de çend xalên hevpar jî hene. Belam, felsefeya îslamê ji nava şaristaniya/medeniyeta îslamê de derketiye û li gorî felsefeya xwe, xwerû ye. Herweha, jiber rûyê çend astengiyan bi dinyayê re têkiliya xwe birrî ye û xwe xistiye nav ramaneka skolastîk, têde maye û ev raman, bûye xwendegeh. Belam, pirsgirêkên ramanwerên cîhana Îslamî, ji pirsgirêkên skolastîkê cuda ne.

Wesfên Ramana Bingehîn

Dema ku em li rojavaya nûjen dinihêrin, em dibînin ku ramana pêşketinê giraniya xwe zêdetir nîşan dide. Ango hest û ramana çêbûnê, pêşdetir e. Ramana rojava, li ser pêşketina dinyayê û li ser şeklê guherînê rawestiya ye. Lewra, ramana rojava ya bingehîn, li ser pirsa zanayiyê digere da ku bizanibe ev zanayî ji ku tên û sînorên vê zanayiyê, çi ne? Beguman di ramana rojavayê de, mirovî dikare bibêje ku têgeha zanayiyê li pêş e.

Di Felsefeya Îslamê De

1- Ramaneke bêform, bêtevger û neguhor, li ser kar e û ezelî û ebedî ye.

2- Pirsa herî mezin, <Gelo, di navbera Xwedê û ebdên wî de danûsitandineka/têkiliyeka çawa heye?> ye. Ev pirs jî, me dibe pirsa; <gelo mirov xwedî semax/xwedî îrade ye, yan na?> û <Mirov, azad e yan na gelo?>

3- Xwestekên mirovan, wateya/arîşa jiyanê, rastî û çewtî û riya jiyaneka rast, li gorî ramana îslamî têne ravekirin. Lewma jî, di di ramana Îslamî de, guftegoya ol û exlaqê, zêdetir derketiye pêş…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

09.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/taybetmendiyen-ramana-islame-u-pirsgireken-we.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin