Soren Kierkegaard

Soren Kierkegaard

Dîroka felsefeyê bi pêşnûmayên mantiqî yên nedîtbar bi pêş dikeve û ji ber vê yekê jî, tênagihêje jiyana şexsan ya rasteqîn. Hebûn/hebûnîtî, jiyana mirovên kirdewar/oznel û girgîn e. Ji ber vê yekê jî, divê felsefe bi awayekî girgîn/berbiçav bifikire û berê xwe bide hebûnê, ango hebûnîtiyê. 

Herweha erka felsefeyê, di gerdûnê de lêgerîna/dîtina sedemên hebûna mirovî ye. Mirov ji bo çi heye, li hemberê kê berpirsiyar e û wê ber bi kû ve here? 

Jiyana estetîk, etîk û olî, ji hevdu cuda ne. Huner û ehlaq, ji bo ol divê bibin wesîle. Wezîfeya sereke ya mirovan jî ew e, ku bi awayekî oldarî bijîn. Mirov xwe bi raman, kirin û bi baweriyên xwe, xwe destnîşan dikin.    

Soren Kierkegaard | 1813-1855

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin