Tarîxa dibistana Frankfurtê

Tarîxa dibistana Frankfurtê

Spasî bo S.. yê û 

Tarîxa dibistana Frankfurtê

Ger em behsa Lukack, adorno, Benjamin, Korsch, marcuse,Fromm, bikin divê em pêşiya pêşî em behsa Dibistana Frankfurtê bikin. Dibistana Franfurtê her çiqas bingeha wê marksîzm û armanca wê pêşxistina Marksizm be jî lê Dibistana Frankfurtê ji her aliyê ve,( huner, zimên, civaknasî, felsefe, çand, psikolojî,) xebatê xwe kirine û teorî afirandine. Teoriya franfurtê piranî jî li ser pîşesaziya çandî ye. Berî em li ser pîşesaziya çandî rawestin divê em pêşiya pêşî tarîxa dibistana Frankfurtê bizanîbin.

Dibistan,  her çiqas niha weke avahiya perwerdehiyê bê bikaranîn jî di tarîxa ramanî de du wateyê ku qet ji hev dûr nîn in, di xwe de dihewîne.Wateya yekê, cihê fêrbûn û perwerdehiyê ye, ya duyemîn, cihê rexne û teoriyê ye. Dema behsa Dibistana frankfurtê dibe, hem cihê fêrbûn û perderdehiyê hem jî cihê rexne û teoriyan tê bîra însan. Dibistana Frankfurtê jî yek ji wan e.

Dibistana Frakfurtê her çiqas 3 sibatê 1923’an de hatibe avakirin jî lê ev dibistan 1920’an de projeya Felix Weil e ku Weil 1922’an de ‘’yekem xebeta Hefteya marksizmî’’ li dar dixe û ev dibistan 3 sibatê 1923’an de bifermî dikeve binê zaningeha Frankfurtê û bingeha afirandina Dibistana Frankfurtê ‘’ Yekem xebata Hefteya Marksizm’’e û armanca Dibistana Frankfurtê ‘’pêşxistina Marksizmî’’ ye.

Kesî/ên ku tevlî ‘’yekem Xebeta Marksizmî dibin Lukacs, Korsch, Pollock û wittfogel e. ev gengeşî û nikaş, li ser pirtûka korsch ya bi navê‘’ Marksizm û Felsefe’’ dibe. Weil, ji bo ev proje bi daîmî be hemî çavkaniyê xwe yê aboriyê dide vî projeyê. Yekem rêvebirê Dibistanê Weil e lê ji ber ku temenî hemiyan piçûkbûn û profersor tunebûn, bangê Cari Grunberg dikin û Grunberg dibe yekem  Gerînendeyê (midur) dibistanê. Dibistan, di bin şert û mercên serkeftina şoreşa bolşevikiyan ya li hemberê rusyayê û di bin şert û mercên têkçûna şoreşa ewropayê, bi taybetî jî têkçûna şoreşa elmanyayê hatiye damezrandin.

Her çiqas di nav rêvebirê dibistana Frankfurtê de, fikr û ramanên cuda hebin jî lê di xebatê akademîk de, ji rêya xwe ya bêterefî dûr neketine. 1929’an de Grunberg felc dibe û ji ber tenduristiya xwe dev ji gerînendeyê dibistanê ber dide. 1930’an de  Max Horkheimer dibe gerînendeyê Dibistanê. Piştê Horkheimer, dibistan xebatên xwe piranî li ser felsefeyê û çandê dikin. Em dikarin wiha bêjin, piştê horkheimer dibe gerînendeyê Dibistanê, serdema xwe ya herî bi tesîr de ye.

Tesîra Adorno û marcuse li ser xebatê felsefê û çandî çê dibe. Lê  dema Hîtler 1933’an de dibe îktîdar,  Hîtler, doza girtina dibistana Frankfurtê dike ku sedem‘’ Dibistana Frankfurtê li dijî dewletê xebat û çalakiyan li dar dixe’’ û Horkheimer ji Gerînendeyê dibistanê dûr dixe. Sedema Girtina Frankfurtê Hîtler her çiqas ‘’ dijî dewletê xebat û çalakiyan li dar dixe’’ nîşan bide jî lê sedema wan a yekem û ya herî pêş endamên dibistanê  hemû ‘’cihû’’ bûn. 1935’an de despêka Mişextiyê despêke û  endamên Dibistanê koçê Emerîkayê dikin û li zaningeha Columbia dîsa tê damezrandin. Panzdeh salan serdema mişextiyê despêdike û 1950 bi alikariya dewleta Rojavayê Elmanyayê vedigerin almanyayê û dibistan ji nûve vedibe. 1979’an de piştê mirina marcuse tesira dibistanê nema dimîne.

Serdemên Dibistanê

1923-1933 dema Grunberg dibe gerînendeyê dibistanê xebatên wan piranî li ser aboriyê ne.

1933-1950 Horkheimeri, xebatên dibistanê berfireh dibin bi rêya marksîzmî dimeşin. Marksîzmî, ji aliyê hunerê, çandî, psikolojî, felsefeyî şirove dikin.  Armanca wan Rexneyê Teorî yê Hegelî ye.

1950-1970  bi vegerê re tesîra wan li ser civaka elmanyayê gelekê çêbû û têkiliya wan û siyasî bêhtir xurt bû. Û hêdî hêdî ji armanca xwe ya marksîzmî dûr dikeve û li vir, vî carê xwerexnekirin destpê dike.

1970’an pêve bi tevahî dûrê armanca xwe dikevin û li ser teoriyê berî rexne destpê dikin û dibistan hêdî hêdî belav dibe.

Jiya Armes

jiyabari@gmail.com

27.01.2015

Bersivekê binivîsin