Teoriya Anaksagoras

Teoriya Anaksagoras

Xweza, ji perçeyên herî biçûk yên ku nayên xwiyakirin pêk tê û her tişt, heta tiştên herî biçûk jî dikare ji hevdu dabeş bibe. Belam, di naveroka her tiştî de hinek ji tiştên din jî hene. Navê wan jî <nous/aqil> e. Di naveroka her tiştî de, ji bilî aqil her tişt peyda dibe. Û hinek tişt hene ku aqil jî dihewînin. Aqil, raserê hemû tiştî ye û li ser hemû tiştî xwedîbandûr e, bêdawî ye û xwe bi xwe, xwe îdare dike û ne tevlî tu tiştî ye. Ji bilî aqil, di her tiştî de hinek tiştên din peyda dibin. Weke; germ- serma û reş û spî. 

Di destpêkê de, hemû tişt bi hevre bûn. Ji hêla biçûkahî û mezinahiyê ve jî, bêdawî bûn. Û dema ku bi hevre bûn jî, ji hevdu bêferq bûn. Her tiştî, hewa û aîther digirt û ku herdu jî bêdawî bûn. Lewra, ew di nava hemû tiştan de, him zahfî û him jî di mezinahiyekê herî mezin de bûn. Lewra, hewa û aîther ji zahfbûna çarmedorî veqetiya ne û ew zahfbûna çarmedorî, ji hêla pirbûnê ve bêdawî ye. 

Aqil, çavkaniya hemû livbaziya ye. Aqilên sivik, li hawirdor bela dibin û yên giran jî diçin navendê. Ev yek jî, dibe sedema vegerê. Ev lewnek e û him ji mirovan û him jî, ji bo heywanan baş e. Ji ber ku mirov xwediyê dest e, ew raser e.   

Anaksagoras | B.Z.500-428     

Têbinî: Anaksagoras ji xelkê Atînayê ye û wekî fîlozofê pêşîn yên Atînayê tê hesibandin. Lê ji eslê xwe ve ji Enedolê ye, piştî çil (40) saliya xwe hatiye Atînayê û felsefeya xwe pêşkêşê hemwelatiyên Atînayê kiriye. Ji ber raman û dazanîna xwe ya felsefî, bi bêxwedayiyê hatiye tawanbarkirin û ji bo dardakirina wî biryar hatiye birrîn. Li ser vê biryarê Atînayê terk kiriye û jiyana xwe mayî, li sergûmê domandiye.  

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin