Pirtûka Helbestan a Mîtan Şareza D E R K E T.!

Pirtûka Helbestan a Mîtan Şareza D E R K E T.!
“Ji çepilên rojê revandiye
senfonîyên bayên sibeha porkur
û notayen tenûra vemirî
Di pêlên vîzevîzê de
Bila bihewîne zarokatîya min a henûn
di dergûşên pênûsên helbestan de.”
Di vexepartina çêja helbesta Mîtan Şareza de, meriv bi rehetî dibîne ku peyvên helbestkêr li tu kelemên xwedubarekirin û klîşekirinê nalikumin; peyv rewan in û riste lihevhatî ne. Di vegotina jankêşîya Kurdistana binxetûserxetbûyî de, em rastî helbesteke sînorbir tên ku tu hedê wê nîne ji bilî şîrhelalîya pêsîrên dayê û devê tifinga xwişk û birayan.
Nivîskarê me yê ciwan di xewlegeha xwe ya kujer de, tovê helbesteke nûjen direşîne ku xwe dispêre peyvên bav û kalan, keleporeke windayî, janbêjîyeke rasteqîn û beloq û helbet tenêtîya ku gîyanê teze yê helbestkêr digevizîne di nava telexwîya êşa pîroz de; êşa ku tenê li bejn û bala Kurdistanîtîya me ya qidûmşikestî tê. Ji sehkirina kitekitên evînên binaxbûyî bigire heta kedîkirina kenegirîyên me yên jihaldeketî, Mîtan Şareza tiştekî nû vedibêje; tiştekî ku tenê rihekî çêjhelbestî yê narîn dikare vebêje.
Ebdelah Şêxo
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021