Teoriya Logosê ya Herakleîtos

Teoriya Logosê ya Herakleîtos

Çend mirov têdigihêjine fêrî xwendin û zanebûnê, lê hemû mirov û civak, nikarin têbigihêjine logosê. Çimku, pisporî ne zanîna tişta ye. Lê, zanîna logosê ye. Lewra, hêza her mirov û civakê, nagihêje logosê û jê fêhm nake. Di gerdûnê de tiştê naguher, zagona veguhêrînê ye. 

Her veguhêrîn di çerçoweyekê de ava dibe û bi vî awayî, di gerdûnê de ti tişt  winda nabin. Her celeb, tişt an cor; carekê din, bi lewnekê nû û bi rêyeka din têne holê û navê vê zagonê, logos e. Lewra, logos mîna gotinê bi gerdûnê ve girêdayî ye û têde, heyînek e.   

Çi celebên ku di gerdûnê de hene, ew bi alîkariya logosê bi hevdu re girêdayî ne û bi hevre ne. Ango, diyalektîk in. Zagona serwer ya gerdûnê logos e, ew di naveroka hemû objeyan de ye û beşdarê her tiştî ye. Zagonên gerdûnê bi alîkariya logosê bihevgihan in û logos, wan xwedî dike. Ew zagon, pêre xurt û berfireh dibin. Logos, di gerdûnê de hemû tiştî digihîne hevdu û zagonên guherînê disalixîne. Berjewendiya aqilê îlahî, digihêje aqilê mirovan. Ango aqilê îlahî, ji aqilê mirovan re bi kêr tê û aqil û hiş, di gerdûnê de nîrxên herî giranbiha ne.  

Giyana mirovan, ji wê logosa îlahî para xwe distîne ku ew logosa îlahî jî, agir e. Agirê ku di naveroka giyana mirov de heye, digihêje aqilê îlahî û têkilî wî dibe. Ango, têkilî logosê dibe. Herweha, divê mirov guhên xwe nedin hemû tiştîan, divê ew guhên xwe bidine logosê û ji logosê fêhm bikin. Ew mirovên ku ji logosên fêhm bikin û li aliyê logosê bin, ew mirovên pispor û raser in. Mirov ancax bi aqilê gelemper, yên mezin û gerdûnî dikare derkeve qata raser û pisporiyê.  

Herweha, divê mirov we bigihîne wî aqilê tevgişt û zagonên veguhêrînê fêr bibe. Dê wê demê, mirov Jiyana xwe qenctir bidomînin. Herweha, divê mirov zagonên veguhêrînê bipejirînin û li hember ranebin. Ev zagon jî, logos e. 

Herakleîtos | B.Z. 530-475- Teoriya wî ya Logosê

Bersivekê binivîsin