Teoriya Bûyînê ya Herakleîtos

Teoriya Bûyînê ya Herakleîtos

Tu tişt (celeb, cor, wanek, made) ji nişka ve çênabin û naqulibin ser tunebûnê. Divê, ewilî ew bi pêş bikevin û berfireh bibin ku, ev yek jî pêvajoyek e. 

Herwekî: Pelekê darê, ewilî şîn e. Piştra zer û ziwa dibe. Ango, dimire. Veguhêrîna ku di vê fragmanê de heye, ne veguhêrîna pelê, lê veguhêrîna wesfên pelê ye. Ango, pel bi xwe venaguhêre, wesfên pelê vediguhêrîn. Tiştên ku di gerdûnê de hene, qet winda nabin û tinebûn ji wan re tune. Heyîn û tinebûn, herdem di heman demê de hene û heyîn, tinebûnê di naveroka xwe de vedişêre/dihewîne. Herwekî: Dema ku zilamek dimire û diçe ser dilovaniya xwe; sedemê mirina wî ne nexweşiya wî ye. Belam, sedemên mirina wî di naveroka jinana wî de, xwe veşartiye. Çimku, jiyan mirin e jî. 

Hemû tişt (celeb, cor, wanek) dijberê xwe, di naveroka xwe de dihewînin. Tiştê ku di gerdûnê de ne, diyalektîk in. Yekîtiya wan, yekîtiyeka bi xir û cir e û bi alîkariya vê diyalektîkê, jiyana xwe didomînin. Dijberiya tiştan, lihevgihanekê/sentezekê nû diafirîne. Tiştê dijberê xwe di naveroka xwe de nehewîne, ew tişt dimire û ber bi tinebûnê ve diçe. Mantîqa veguhêrînê diyalektîk e û realîte jî; ji aliyê vê lihevgihana nû ve ava dibe ku, ev yekîtî jî cosmos e. Cosmos, piştra dibe tiştekî madî û ku ew jî, agir e.   

Herakleîtos | B.Z.  530-475- Teoriya wî ya Bûyînê

Bersivekê binivîsin