Vedîtina Proteîna Rêgir ya Vîrûsa HIVê

Vedîtina Proteîna Rêgir ya Vîrûsa HIVê

Zanyarên ji Academisch Medisch Centrumê (Navenda Bijîjkî ya Akademîk) vedîtina proteînekê pêk anîn ku proteîn dikare rê li ber vîrûsa HIVê bigire. Vîrûsa HIVê bi parçekereke biyolojîk tê parçekirin û piştî parçekirinê, bi hêsanî tê paqijkirin.

Zanyar bi hêviyeke mezin li benda pêşxistina metoda vedîtî ne û wiha vedibêjin: “Metoda nû ne tenê bo pêşî li girtinê, her wiha bo tunekirina vîrûsê metodeke nû ye.”

Zanyar lêkolînên xwe li ser şaneyên pêşin yên bi vîrûsa HIVê, pêk anîne. Şaneyên pêşin yên bi vîrûsa HIVê jî, şaneyên “langerhans”ê ne ku cureyeke ji şaneyên çermê ye. Zanyar ji lêkolînên xwe dibînin ku şaneyên langerhansê li hember vîrûsa HIVê li ber xwe didin û pêşî li ber vîrûsê digirin, şaneyên langerhansê karê li hember vîrûsê dayînê û pêşî li ber girtinê bi alîkariya proteînê dikin. Ji ber ciyawaziya navbera genetîka mirovan de hin caran proteîn nikarin vîrûsê tune bikin û ev jî sedema çima hin kes dikarin bi vîrûsê nexweş bikevin û hin kes nikarin bi vîrûsê nexweş bikevinê eşkere dike.

Lêkolîner Carla Ribeiro û Theo Geijtenbeek wiha berdewam dikin: “Metodeke nû û vedîtineke sansasyonel e, eger li ser vê metodê xebatên berfirehtir were kirin teqez dê rê li ber tunekirina şaneyên din yên bi vîrûs in, vebike.”

Tevahiya şaneyên di laşê mirovan de proteîn heye, lêbelê tenê proteîna di nav şaneyên langerhansê de dikare li hember HIVê ber xwe bide û pêşî lê bigire.

Zanyar dîtinên xwe wiha raber dikin: “Me proteîna ji şaneyên langerhansê li şaneyên din yên bi vîrûsa HIVê, zêde kir û heman encam bidest xist, bi gotineke din, şaneyên din jî ji vîrûsa HIVê hatin paqijkirin. Lê dîsa jî pêdiviya me bi xebatên berfirehtir heye.”

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 10.12.2016

Bersivekê binivîsin