Meymûn Çima Nikarin Bipeyîvin?

Meymûn Çima Nikarin Bipeyîvin?

Meymûn Çima Nikarin Bipeyîvin?

Zanyarên ji Vrije Universiteit Brussel (Zanîngeha Serbixwe ya Brukselê) vedîtin ku meymûn, bi şert û mercên xwe yên fîzîkî ve têra pêkanîna axaftinê dikin. Meymûn ji aliyê anatomiyê ve ji bo deng derxistinê û axaftinê pirr bikêrhatî ye. Lêbelê zanyar destnîşan dikin ku di navbera axaftina meymûnan û ya mirovan de teqez cudahî heye.

Profesor Bart De Boerê ji Artificial Intelligence Lab ya Zanîngeha Serbixwe ya Brukselê hêza dengê meymûnan bi computerê tomar kiriye û li ser olandina dengê meymûnan xebatên xwe pêk aniye.

Ceribandina heman rêbazê li ser dengê mirovên cuda-cuda jî pêk hatiye, piştre bi alîkariya programekê him bi dengê meymûnan û him bi dengê mirovan gotinên cuda-cuda dane kirinê. Axaftina me û ya meymûnan ji hev ne pirr dûr in. Helbet divê em serê xwe bi pirsa “çima meymûn nikarin biaxivin?” biêşînin.

Zanyar pirsa “çima meymûn nikarin biaxivin”ê wiha vedibêjin: “Mêjiyê meymûnan rê li ber axaftina meymûnan digire. Meymûn nikarin dengên nû fêr bibin, her çiqas tekrar-tekrar me û hin kesên din hewldaye em meymûnan fêrî axaftinê bikin, dîsa jî tu kes biserneketiye ku meymûnan bide axaftinê. Şempanzeyên ku ji zayîna xwe şûnda bi mirovan re mezin bûne jî nikarin fêrî axaftinê bibin û biaxivin.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 10.12.2016

Bersivekê binivîsin