Xelîl Cibran

Xelîl Cibran

Xelîl Cibran  / Cil (Garments) – Ji pirtûka Gerrokê Bêarmanc (The Wanderer)

Rojekê ji rojan, Rindî û Nerindî li berava deryayê rastî hev hatin. Û ji hevûdin re gotin, “ka em bikevin nav ava deryayê”

Dû re cilên xwe ji xwe kirin û di nav avê de avjenî kirin. Piştî kêliyekê Nerindî vegeriya ba beravê û cilên Rindiyê li xwe kirin û ji wir çû. Îcar Rindî jî ji nava deryayê derket, û cilên xwe li wir nedîtin, û gelekî fedî kir ku rût bimîne, loma cilên Nirindiyê li xwe kirin. Û ew jî bi riya xwe de çû. Û heya vê roja îroj jî, jin û mêr wan herduyan ji hevûdin nas nakin û di navbera wan de şaş dibin. Lê tev vê jî, hin hene ku rûyê Rindiyê baş nas kirine û tev wan cilên han jî wê nas dikin. Û hin jî hene ku rûyê Nerindiyê baş nas dikin û cilên wê jî nikarin wê ji ber çavên wan veşêrin.

Werger: Şivan Keleş

Bersivekê binivîsin