Yaşar Aksu: Felsefe, rêwitiya jiyanê ye.

Yaşar Aksu: Felsefe, rêwitiya jiyanê ye.

Yaşar Aksu: Felsefe, rêwitiya jiyanê ye. 

    Tişta herî girîng û herî bêhampe a afîrîşa benîademan e, ji ber ku giyanewerên dide fikirandin. Haveynê heyînê raman bixwe ye. Mane ji ber vê yekê Descartes gotiye ”Ez difikirim, nexwa ez heme”. Ez jî dibêjim kesên hene, difikirin. Kesên difikirin nexwa xwedî felsefene. Gor navê wê yê etîmolojîk hejêkirina zanînê ye. Zanîn jî ji bo jiyanê pêwiste, ji ber vê yekê her mirov hay jê nîn be jî birçiyê vê yekê ye. Her kesê xwedî felsefe di xwezaya xwe de rêveber e, bi kêmasî rêveberê xwe ye.

   Pirseke ku bersiv di wateya xwe de veşartî ye felsefe ango pirs û tatêl bixwe ye. Her weha lêkolîna sîsik a li ser munasebeta di nava ademiyan û ya ademî û gerdûnê dinirxîne. Sedema pergalên heyîn û yên hê jî tê afirîn e. Her çikasî bi gelemperî wekî altruîzmê bê jiyîn jî, di bingeha xwe de li ser esasên diyalektîkê bi rê ve diçe. Lêgerîneke. Ji ber ku her timî lêgerîneke, her mirov bi rêya heyîna xwe, li ser hilbijartinên bersiv û nûvedanên xwe, tevlî rolê xwe xwedî felsefeyekê ye. Yanê felsefe ji aliyekê rêwîtiya jiyanê bixwe ye. Yanê, bi kûrtasî ji ber felsefe tişteke pêdivî ye, pêdiviya mirovan lê heye…

Yaşar Aksu

10.03.2016

Bersivekê binivîsin