Yilmaz Akin: Pêdiviya me çima dê bi felsefeyê tunebe?

Yilmaz Akin: Pêdiviya me çima dê bi felsefeyê tunebe?

Yilmaz Akin: Pêdiviya me çima dê bi felsefeyê tunebe?

Beriya ku em bizanin ‘Pêdiviya me çima bi felsefeyê heye?’ divê em bersiva pirsa ‘Felsefe çi ye, di jîna mirov de çi cîyî digire?’ bizanibin. Ji aliyê her kesekî ve bi peyv û hevokên curbecur bê pênasekirin jî, anegorî min ramana mebestkirî û mebesta xwe dide der, ji aliyê wateyê ve di peyvekî de dicive. Lêgerîn…

Belê, felsefe lêgerîn e. Lêgerîn jî rêya, çavdêrî, dahûrîn û xwenasînê ji mirov re vedike. Felsefe vekolîna bersivên nîvço û lêgerîna pirsên bê bersiv mayî ye. Ma hemû zanistên em pêdizanin, encam û destkeftinên lêgerînên me nîn in? Lewra hemû destkeftin encamên pirsên me yên dawî lê nayê ye. Felsefe qismek ji jîna me ya ku em hişyar derbasdikin e. Her cure encamên bidestxistî ji lêgerîna felsefeyê ne. Ez karim bibêjim ku têgihîştina jîn û jiyana mirov, ji welidînê destpêbike ta roja dawî ya emr û herwiha dîrokê bigire heta siberojan ji lêgerîna felsefeyî ye.

Felsefe çalakiya jiyanê ye. Herwiha jîn ji her hêlê ve mijara felsefeyê ye. Dawiya lêgerînê têgihîştin e, ku bêyî felsefê em nikarin jîna xwe têbigihêjin û ravebikin. Wexta ku destpêkê ta dawiyê her tişta/mijara mirov li ser dirame bi felsefeyê re têkildar e û bi felsefeyê tê şirovekirin (fêmkirin); ez jî dibêjim ‘pêdiviya me çima bi dê felsefeyê tunebe?’ 

Yilmaz Akin

02.03.2016 

Bersivekê binivîsin