Încil Selçuk: Felsefe, jêderka zanist û zanyariyê ye.

Încil Selçuk: Felsefe, jêderka zanist û zanyariyê ye.

Încil Selçuk: Felsefe, jêderka zanist û zanyariyê ye.

Ji bu ku mirov xwe bighînin zanist û zanyariyê, hewcehî bi felsefeyê heye. Lewra felsefe jêderka her cure zanist û zanyariyê ye. Mirovên ku felsefeyê nexwînin ew ê tu caran nekaribin xwe ji bin nîrê bindestiyê xilas bikin. Lewra mirov encax bi felsefê digihin hizrên azad û serbixwe. Dîsa arîşe û gengeşiyên di nava civakê de peyda dibin encax bi riya felsefê çareseriyên nu ji xwere  bibînin. Ger felsefeya filozofên kurd nebuya dibe ku kurd neketana nava hewldanên jiyana Azad û serxwebuna Kurdistanê. Lewra hizrên nu û geşedan ên dema bê encax bi felsefeyê dikare were dîtin an go ronî kirin. Wekî mînak: mirovekî bê pergal derbikeve riyekî ku biçe, di rê de hew bibîne baran bibare helbet ew ê şil û perîşan bibe,

Lê mirovê felsefe kiribe jiyana xwe, ew ê bifikire, gava derket rê ew ê barîna baranê jî texmîn bike, seywana xwe jî têxe tûrê xwe û bavêje pişta xwe, li ku baran bariya ew ê sîwana xwe derxe û bi ser xwe ve veke, ji barana ku bibare ewê xwe biparêze.

Welhasilî kelam, Felsefe ji bo mirovan hewcedariyek jiyanî ye.

Încil Selçuk 

03.03.2016 

Bersivekê binivîsin

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.