Zargotin û Felsefeya Kurdî

Zargotin û Felsefeya Kurdî
Wekî ku em dizanin, di xwenasîn û zanîna miletan de, rola zargotina miletan gelek girîng e; bi taybetî jî miletekê mîna miletê kurd ku hema hema, hemû êş û dîroka xwe bi devkî gotiye. Lewma jî gorbihuştê Qanatê Kurdo gotiye ku ‘zargotina kurdî, kaniya edebiyata kurdî ye.’ Ez jî hinekê din li ser vê ramanê zêde dikim û dibêjim ku edebiyata kurdî, kaniya felsefeya kurdî (kurdan) ye jî. Ez di wê baweriyê de me ku zargotina kurdî hêjî bi awayekî baş nehatiye berhevkirin, zelalkirin û şirovekirin, da ku ji bo gelek fikrên nû re bikaribe bibe bingeh.
Çimku her dema ku ez berê xwe didim gotin, bend, qewl û şîretên bav û kalan, ez rastê gelek ramanên hêja têm, ku bi rastî jî hêjayî lêkolînên berfireh yên felsefî û zanistî ne.
Ali Gurdilî
[email protected]
03.02.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021