Lêkolînên Tûrenasên Zaningeha Kalîforniyayê

Lêkolînên Tûrenasên Zaningeha Kalîforniyayê

Lêkolînên Tûrenasên Zaningeha Kalîforniyayê

Tûrenasên ji Zanîngeha Kalîforniyayê vedîtin ku dema li ber çavên me, bi delîlên cihêreng derbarê dîtin û nêrînên me yên siyasî, raxistina çewtî û xeletiyên me pêk tê, baweriya me ya bi dîtin û nêrînên me yên siyasî zêde dibe. Bi gotineke din, em dest ji dîtin û nêrînên xwe yên şaş û xelet bernadin, berevajiya wê em zêdetir baweriya xwe bi dîtin û nêrînên xwe yên siyasî dihînin. Ji ber ku em ewqas zêde baweriya xwe bi dîtîn û nêrînên xwe siyasî dihînin, veguherînin mezin li ser mêjiyê çêdibe û ji ber veguherînin li ser mêjiyê me, em bi awayeke hişk û şêl û pêleke tund rê li ber delîlên rast digirin û baweriya pê nahînin.

Lêkolînerên ji Zanîngeha Kalîforniyayê li ser daneyên berhevkirî xebatên xwe û muqayesekirina dîtin û nêrînên çewt yên bi delîlên rast û cihêreng hatibûn peyitandin ku rê li ber ji nû ve kirin-rastkirina nêrînên şaş û çewt vebikin, pêk anîne. Her wiha heman xebatên xwe li ser mijarên derveyî siyasetê û mijarên hevpar yên civatekê pêk anîne. Kesên di mijarên siyasî de xwediyê dîtin û nêrînên şaş û çewt bûn û ji nêrînên xwe yên şaş û çewt dest bernedidan, di mijarên derveyî siyasetê û mijarên hevpar ya civata xwe de ne ewqas hişk bawer û xwediyê şêl û pêleke tund bûn.

Nimûneyek ji mijarên derveyî siyasetê ev bû; “Albert Einstein zanyarê fîzîkê yê herî jîr û zana yê ji sedsala bîstemîn e.” Kesên bi vê nimûneyê hemray û raman bûn, piştî danasîna xebatên hin zanyarên din yên kêm dihatin nasîn û ne ewqas binav û deng bûn, dest ji ray û ramana Albert Einstein zanyarê fîzîkê yê herî jîr û zana yê ji sedsala bîstemîn e, berdidan.

Jonas Kaplan wiha dibêje; “Dîtin û nêrînên me yên siyasî weke dînê ku me bawerî pê aniye, parçeyek ji hebûna me ne û li darê dinê destnîşan dikin ku em ji kîjan kom, komik û îdeolojiyê ne. Divê beriya ku em dest ji nêrîn û îdeolojiyên xwe berdin, em nêrîn û îdeolojiyên din an jî yên nû binasin.”

Lêkolîner fîlmên (MRI-scan) mêjiyê 40 kesên ku ji dîtin û nêrînên xwe yên siyasî û yên derveyî siyasetê piştrast bûn, wergirtine. Piştre li ber çavên her kesî, delîlên cihêreng yên kesên ku heyşt dîtin û nêrînên xwe yên siyasî û yên derveyî siyasetê raber kiribûn, raxistine. Her çiqas bi delîlên cihêreng pûçkirina nêrîn û dîtinên şaş û çewt pêk hatibe jî, kesên baweriya xwe bi rastbûna nêrîn û dîtinên xwe yên siyasî anibûn, dest ji şaşî û çewtiyên xwe bernedane û baweriya xwe zêdetir pê anîne. Li ser mêjiyê çend kesên ku bi awayeke pirr kêm, dest ji dîtin û nêrînên xwe yên siyasî berdabûn jî şopa tirs û hestiyariyê pirr zêde bû.

Kaplan wiha berdewam dike; “Dema em bi dîtin û nêrînên xwe yên siyasî têne îmtihankirin, bi geflêxwarin û hestiyariyê re rû bi rû dimînin û kesên xwe gef lê tê xwarin û ditirsin jî zû bi zû dest ji nêrînên xwe bernadin.”

Dîsa hin beşên taybet yê mêjiyê me, dema em bi nêrîn û dîtinên siyasî têne tehdîtkirin, bi awayeke pirr bi lez çalak dibe. Beşên taybet, weke hestên tirsê, ji beşên ku em dikarin pê bi awayeke kûr û dûr bifikirin, pêk tê. Kaplan; “Divê em vê jî ji bîr nekin, dema em biryar digirin ku em baweriya xwe bi tiştekî bihînin an nehînin, hestên me jî xwediye erk û girîngiyeke mezin in, lewre em ne amûrên elektronîk in.”  

Metîn Eser

Çavkanî: Nature / 01.01.2016 

Bersivekê binivîsin