Author: Mahmut Ozçelik

Mahmut Ozçelik di sala 1970’an de li gundê Qelencuxê ku girêdayî navçeya Mûşê, Gimgimê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Gimgimê ya lîsê jî li Bedlîsê li dibistana mamosteyiyê xwend. Piştî lîseyê li bajarê Samsunê, Zanîngeha 19 Mayisê beşa mamostetiya dîrokê qedand. Nêzî bîst salan e ku wekî mamoste dixebite. Endamê Egitim-Sen şaxa Amedê ye. Niha li Amedê di dibistaneke navîn de dixebite. Li ser pirtûkên kurdî yên edebî nivîsên nirxandinê dinivîse. Zewicî ye û bi navê Şevîn keçek û bi navê Firat lawekî wî hene. Bi navê 'Beytika Gewrik' pirtûkek wî ya çîrokan ji hêla Weşanên Ava’yê ve hatiye weşandin.