Baweriya Buda: Riya Heşt Qatî ya Maqûl û Nîrvana (2)

Baweriya Buda: Riya Heşt Qatî ya Maqûl û Nîrvana (2)

Çar Rastiyên Maqûl

Buda ewil ji xwe re pênc murîdan çêdike û rêgezên bîrdoziya xwe bi navê “Riya Navîn” dinavîne, ji bo gehiştina asta Nîrvanayê divê her kes Çar Rastiyên Maqûl bizanibe û Riya Heşt Qatî ya Maqûl bişopîne. Exlebe li ser izdirabê disekine: “Hebûna izdirabê rastî ye, divê sedemên wê were zanîn, jê re çareyekê bê dîtin û izdirab were sekinandin. Ev Çar Rastiyên Maqûl in ku divê her kes zanibe û li gorî wê tevgerin. Buda wekî çavkaniya izdirabê jî azweriyên me yên bê tixûb destnîşan dikir. Yekem rastiya maqûl/mezin(dukkha); Di jiyanê de izdirab/êş heye, jiyan bi janê dagirtî ye.(r. 70): Zayîn êş e, kalbûn êş e, mirin êş e, bidestxistina tiştekê êş e, endîşeya jidestçûna tiştekê êş e û hwd. Xelasiya ji van izdiraban bi qebûlkirina demdemîtiya jiyanê ve mimkun e. Duyemîn rastiya maqûl/mezin(samudaya): Çavkaniya izdirabê heye; ew jî xwestekên me yên bişid in ku hêza xwe ji kêf û janên me werdigire. Têrnebûna ji tu tiştî dibe sedema izdirabkêşana me: Çavbirçîtî, şehwet, çilektî, rev û beza li pey kiryarên qenc an xerab, xwestekên me yên derheqê baweriyên me de hemû ji kêfê an ji êşê dibin jêdera izdirabê…

‘Ya ku zeviyan wêran dike bager û gihayên bêkêr in; ya ku mirovahiyê wêran dike azwerî, kîn, pozbilindî û şehwet e.’(r. 74). Sêyemîn rastiya maqûl(nirodha): Dawîlêanîna li izdirabê; bêyî ku careke din vegere dawî li xwestek û arezûyên dinyewî anîn e. Li gorî Buda tedawiya izdirabê heye, kilîta wê di venêranê de ye. Venêrana li ser tîbûniya xwestekên bi şid yên dinyewî, dê dawiyê li izdirabê bîne. Çaremîn rastiya maqûl(Magga): Di vê riya mezin ya çaremîn de Buda, ji bo mirov ji azweriyên xwe yên dinyewî ên ku bi çavkorî pê ve hatî girêdan xelas bibe, divê çi bike pêşkêş dike. Ev tiştên divê bê kirin jî di Riya Heşt Qatî de gavên pratîkî dihundirîne:

Riya Heşt Qatî ya Maqûl: Feraseta rast; Dîtina ‘heqîqeta tiştan’, têgihîştina xwezaya biqisûr û demdemî ya raman û wanekên dinyewî wê bibe alîkarê me ku em bi “Çar Heqîqetên Bilind” werqilin. Niyeta rast; Hêla vînî/îradî ya têgihîştina feraseta rast nîşan dide. Niyeta rast bi kamilbûna hêla me ya exlaqî û zêhnî re têkildar e. Buda qala sê cure niyetê kiriye: -Niyeta devjêberdanê: Li hember hêza azwerî û xwestekan berxwedan; -Niyeta baş: Berxwedana li hemberî hêrs û kîn û nefretê; -Niyeta ziyannedayînê: Dûr sekana ji tevger û ramanên zalimane û tevgerîna bişefqet dihundirîne. Qisedana rast; Dûr sekinîna ji îftira, dijûn û paşgotiniyan. Tevgera/helwesta rast; Daxistina asta herî jêr ya hejmara kiryarên/tevgerên bêfikirîn tên kirin e. Tevgera rast; ziyana li keseke din wekî zirara li xwe hatiye kirin, dibîne. Madeyên serxweşker divê neyê bikaranîn û di tu tiştî de piroletî tunebe.Terzê jiyaneke rast; Jiyaneke exlaqî, dûr sekana ji danûstendinên zirarê dide kesan; dûr sekana ji kirîn û firotina çek û sîlehan, alkol, madeyên tiryakî û tevzîner…Hewla rast; Tevgerên wijdanî ye û herdem hişyarbûnê dixwaze. Rêlibergirtina rewşên neyînî yên di zêhna me de pêktên ‘hewla rast’ nîşan dide. Tevgera zêhnî ya rast; Ev merhele bi tevgera/helwesta rast ve girêdayî ye û tevgerên di dema em tê de dijîn esas digire, raçavkirina li beden, zêhn û navenda hestên me ye.Konsantrasyona/lêhûrbûna rast: Ji bo ramandineke baş û kiryarên bi tendurist pêwîstî bi konsantrasyonê heye, ev jî ancax bi medîtasyonê dibe. Zêhna ku di nava fikirîna kûr de be; dê li ser wanekên hatiye hilbijartin hûr û kûr raweste û bigihêje encama herî rast. Kesê ku riya Buda dişopîne, li gorî rêgezên me li jor rêzkirî tevbigere di dawiya rêwîtiya xwe de dê bigihêje aramiya “okyanûsa rastiyê”/Nîrvanayê. Di vê riya heşt qatî ya ber bi Nîrvanayê ve astengiyên ber bi çav jî hene: Xwestekên şehwetî, nefret û niyeta nepak, keslanî, bêaramî, endîşe û guman. Xelasiya ji van neyêniyan jî ewilîn bi ‘dilsoziyek hundirîn’ raçavkirina wan e. Piştî raçavkirinê ji bo dubarenebûna van xisletên neyînî divê vîneke bi biryar hebe.Meditasyon/fikirîna kûr ji bo veguherîna zêhnê pêwîst e.

Di bîrdoziya Buda de du cure medîtasyon heye: Medîtasyona Samatha(Samadhî): Ev medîtasyon “konsantrasyona raser” e. Konsantrasyon, lêhûrbûna zêhnî ya li ser mijarêkê ye. Bi pêşketina vê medîtasyonê re zêhna mirov ji kirêtiyan paqij dibe, têde aramî, hêminî û zelalî pêktê. Dema mirov bigihêje konsantrasyoneke aktîf dê wê çaxê bikaribe xwezaya heqîqetê, rûyê hundirîn yê her tiştî têbigihêje. Medîtasyona Vîpassana(Prajna): Prajna, hêza zanatiya jiholêrakirina izdarabê ye. Amûra bingehîn e ku mirovan digihîne Nîrvanayê. Prajna bi guhdarîkirina waezên Buda, bi xwendinê, bi lêkolînkirinê, bi jiberkirina metnên budîstî re tê bi dest xistin. Pênc fikirînên kûr: Di bîrdoziya Buda de ev fikirînên kûr ji bo gehiştina nîrvanayê ciheke girîng digire: Fikirîna ewil fikirîna hezkirinê ye. Di vê fikirînê de divê tu dilê xwe wisa eyar bikî ku dijminê te jî di nav de, tu qencî û dilşadiya hemû heyînan bixwazî… Fikirîna duyem fikirîna rehmê ye. Di vê fikirînê de tu hemû heyînên ku izdirabê dikişîne difikirî, di xeyala xwe de hemû derd û hiznên wan bi zindî dijî û di ruhê xwe de ji bo wan şefqeteke kûr vedijînî. Fikirîna sêyem fikirîna kêfê ye. Di vê fikirînê de tu serkeftinên yên din difikirî û bi kêfa wan kêfxweş dibî. Fikirîna çarem fikirîna li ser kirêtiyê ye. Di vê fikirînê de tu encamên xerab yên meczûpiyê/gumrahiyê, bandora xeta û xerabiyan difikirî. Zewqa ‘lehzeyekê’ çiqas bênirx û encamên wê çiqas tuneker e, di vê fikirînê de tê hîskirîn. Fikirîna pêncem fikirîna derheqê aramiyê de ye. Di vê fikirînê de tu raseriyê li hezkirin û nefretê, li koletî û axatiyê, zengînî û xizaniyê dike û çarenûsa xwe bi bêdengiyeke bêalî û rehetiyeke bêqisûr re qebûl dikî…

Li pey destnişankirina van rêgezan –Çar Rastiyên MaqûlûRiya Heşt Qatî ya Maqûl ku me li jor bi berfirehî vegotiye– êdî merheleyeke nû di ekola Buda de dest pê dike. Belavkirina van rêgezan li çarhawêlê Hindistanê. Bi vê ve girêdayî di dîroka mirovahiyê de komeke herî kevn ya ji rahîbên nezewicî pêk dihat û wekî “Sangha” dihate binavkirin û peywîra wan belavkirina bîrdoziya budayî bû derdikeve ser dika dîrokê. Ü Buda wiha li Sanghayan bang dikir: Rastiyê li her derê dinyayê belav bikin, bîrdoziyê waez bikin, wisa ku di dawiyê de hemû afirandeyên zindî bibin tebaayên welatê rastiyê. Li dû waezan şopînerên budayî her ku diçû zêde dibû lê ji bo qebûlkirin û derbasbûna nava koma wan, divabû şopînerên budayî sê sondên pîroz bi cih bianiyana: -Ez xwe dispêrim stargeha Buda, “Ew” pîroz û mezin e. Riya xelasiyê ravî me dike. -Ez xwe dispêrim stargeha Dharma/qanûna gerdûnî. Birdozî ji zeman û mekan mûnezeh e. -Ez xwe dispêrim stargeha Sangha/civaka murîdên Buda. Civaka murîdên Buda riya jiyaneke rast, edalet û duristiyê ravî me dike. Nîrvana: Di bîrdoziya Buda de “nîrvana” ciheke girîng digire. Ka em binêrin ev têgeh ji ku tê: Di metnên kevn yên wekî vedayan de navê nîrvanayê derbas nabe lê di destanê berî Buda de, di Mahabharatayê de wekî têgeh nîrvana derbas dibe. Di vir de di wateya ‘mekanê ruhên azadbûyî yên ku bi alema xwedayî re di nava yekîtiyê de ye.’ Nîrvana peyveke sanskrîtî ye û tê maneya xelasiya ji êş û kiryaran. Di sanskrîtî de ‘nîr, daçeka neyîniyê ye, ‘va’ jî sir/bawerzîn e. Nîrvana di zimanê palî de wekî ‘nîbbana’ tê bikaranîn û di maneya ‘hênikbûna bi pifkirinê’ de ye.(r. 83). Pir balkêş e di zaravayê zazakî/kirmanckî de jî ‘va’ di wateya ‘bayê’ de ye. Nirvana ew mekanê rastiyê ye ku hemû azwerî, xwestek û izdirab, êş û nefret li wir diqedin. Vemirandina xwebûnê, tunekirina xwebûnê mercê ronîbûnê ye. Kesê ku di vê de serkeftî be, kesê ku bigihêje nîrvanayê di nava derd û têkoşîna jiyanê de rehet e; di ser hemû guherînan re ye; di ser zayîn û mirinê re ye; xerabiyên jiyanê bandorê li wî nakin. Gehîştina asta nîrvanayê; di jiyana rojane de, bi sepana/pratîzekirina rêgezên Çar Rastiyên MaqûlûRiya Heşt Qatî ya Maqûl ve têkildar e. Û dibe ku dema mirov waezên budayî guhdar dike, an jî di nava kar û barên rojane de ye yan jî di nava tevgerekê de ye di wê lehzeyê de jî bigihêje asta nîrvanayê. Bi kurtasî budayî hêj nemirine di jiyana xwe de bi kiryarên xwe yên Maqûl dikarin bigihêjin asta nîrvanayê.

Di Budîzmê de etîk/exlaq: Di budîzmê de her tiştên dinyewî demdemî tê dîtin, guherîn ciheke girîng digire û ji tu hêzekê re serî tewandin tune ye.(Xwedê,  xweza, mirov û hwd.). Berovajî vê yekê, serîtewandin û tunekirina “xwebûnê” heye, ev jî pêwîstiyek e ji bo mirov bigihêje rastiyê. ”Xwebûn heye û heqîqet heye. Li cihê ku xwebûn hebe heqîqet tune ye. Li cihê ku rastî hebe xwebûn tune ye.”(r. 119). Buda xwebûnê dişibîne firaqeke biçûk ku dikare bi hêsanî bişkê/hûr bibe û belavî derdorê bibe. Lê rastî her tiştî digire hundirê xwe û dema xwebûn vemîrî û çû ew jiyana bêdawî berdewam dike. Di Budîzmê de wekî di olê din de heye rindî/xerabî, rastî/xeletî ji hev nehatiye derxistin lê dubendîtî li gorî yên feydedar û yên zerardar/ziyandar hatiye kirin: Tevgerên feydedar(kusala) mirov ber bi armanca pîroz -nîrvanayê- ve dibe, tevgerên zerardar(akusala) jî mirovan ji meşa ber bi armanca pîroz bêpar dihêle. Di etîka Budîzmê de çar rastiyên maqûl merca bingehîn e. Xelasiya ji izdirabê, ji bo gehîştina armanca pîroz jêneger e. Ji bo gehîştina nîrvanayê sê sepanên/pratîkên etîka Budîzmê ev in: -Exlaqa rind(sila) -Konsantrasyon(samadhî) û zanatî(panna) -Tevgera birehm/dilovanî. Ev her sê rêgez ji bo kêmkirina hemû êş û janên li dinyayê pir girîng tên dîtin. Bi pakbûna ji kîn û hêrs û nefretê re, mirov dê xwe ji ya zerardar dûr bigire û bi vê jî bigihêje zîhniyeta rast. Feraseta exlaqa baş, hemû cure tevgerên feydedar(kusala) dihundirîne. Li gorî vê ferasetê tevgerên ku dilpakiyê/erdemê nehewîne zerardar e û dibin sebeba izdirabê(dukkhayê). Buda, hem di kiryarê de, hem di gotin û fikirînê de tevgera ku duristiyê nahewîne; xerab/nepak dîtiye û ew qedexe kiriye. Li vir em hevbandoriya baweriya Zerdeştî û Budîzmê dibînin. Çimkî di Zerdeştiyê de ev sê rêgez pir girîng in: Dîtin û ramanên xweş(humata) Axaftin û peyvên xweş(hukşta) Kirin û tevgerên xweş(huvareşta). Di van sê rêgezan de Buda û Zerdeşt heman tiştî dibêjin, ev jî mirovî di şaşwaziyê de dihêle ku çawa kartêkeriyeke mezin li hevdu kirine ku di wê dema derfetên ragihandin û çûnûhatinê pir kêmbû. Ji ber ku Zerdeşt berî Buda jiyaye dibêtiyeke mezin e ku ev rêgezên ola Zerdeştiyê bi awayek ji awayan gehiştibe hêrema Buda lê dijî. Ji xwe me di destpêka nivîsarê de qala qewmên aryanî kiribû ku di avakirina şaristaniya keviya çemê Îndusê de xwedî roleke girîng bûn. Ev sê rêgezên baweriya Zerdeştî belkî bi saya van qewmên aryanî ber bi wan deran ve hatibe belavkirin. Baweriya Manî jî wekî manîheîzmê tê nasîn û di dema împeratoriya Sasaniyan de, P. Z.ê di sedsala 3. an de li Îranê bandordar bû, ji gelek hêlan ve hem ji Budîzmê hem jî ji Zerdeştiyê sûd wergirtiye. Manî şîretên Zerdeşt ku dibêje”pêwîstiya mirovan bi ramana pak, peyva pak û kirina pak heye” kiriye bingeha ola xwe. Terbiyekirina nefsê,  bi vîndarî xwe ji xerabiyan dûrgirtin, xwe bi xwe ronîkirin ku prensîbên exlaqî yên ola Budahî ye,  kiriye bingeha exlaqê ola xwe.

Buda li hemberî xerabiyan qenciyê derdixe pêş. Li hemberî neheqiyan jî bi niyeteke baş bersivdayinê dixwaze. Çimkî li gorî wî ‘kîn tu carî bi kînê nayê tunekirin, riya jiholêrakirina kînê hezkirin e.’  Ev feraseta Buda mirov di bingeha ola xiristiyaniyê de jî dibîne. Îhtîmaleke mezin e ku baweriya Buda li ser Îsa pêxember û felsefeya wî jî bandordar bûye. Çimkî em dizanin ku dema dijminên Îsa pêxember, ‘Wî’ li çarmixê dixin, ew li hemberî vê kiryara zalimanê, dêvla ku bi kîn û nefret naletê li wan kesan bîne ji Xwedê re dia dike û wiha dibêje: “Xwedayê min, wan efû bike, çimkî ew nizanin ku çi dikin.” Buda li hemberî kirinên zalimane riya şefqetê teşwîq dike, derheqê vê yekê de wiha dibêje: ‘Rê û rêbaza herî baş ya jiyanê tevgera bi şefqet e.’ Di Baweriya Buda de ‘Riya Navîn’: Li bedena xwe xwedî derketin, xwarin û vexwarina bi aheng ji bo bedeneke bi tendurist pêwîst e. Ev jî dê tenduristiya ruhî hêsantir bike. Daxwazên di asta şehwetê de, pêbestî û sermestiya di nava rehetiyê de tiştên nebaş in. Murîdên Buda ne di nava girêdana zewqên dinyewî de, ne jî li ser ewran dijî. Riya Navîn di navbera “riya çîlekêşiya pirole” ya bêfeyde û “riya ketiyên bi zewqên dinyewî re bilîbûne” de cih digire. Tenê ev rê -riya navîn- me ber bi ronîbûnê ve dibe. Buda bedena mirov pîroz nabîne û wiha dibêje: “Beden tije pîsî ye û dawiya wê gor e. Çimkî demdemî ye û mehkûmî parçebûna hêmanên xwe ye. Di nava zewqên bedenî de xerqbûn baş nîne lê ne baş e ku mirov pêwîstiyên bedena xwe îhmal bike û pîsiyan belavî ser pîsiyê bike. Divê em çawa bêyî jê hez bikin bi baldarî li birîna xwe dinihêrin, wisa jî li beden û pêwîstiyên wê, xwedîtiyê bikin.” Her kes xelaskarê xwe ye. Her şexs bi hewldanên xwe dê bigihêje ronahiyê. Ji bilî vê, ji hêzeke pîroz ya derve, ji xwedayan hêviya xelaskirinê xeletiyeke mezin e. Rev û xelasiya  mirov ya ji kiryarên xwe, ne mimkun e. Mirovê xerabiyê dike, dê izdirabê jî bibîne; pakbûn û kirêtî di destê mirovî bi xwe de ye. Kes nikare keseke din pak bike. Ew kesê ku dema şiyarbûna wî/ê hatibe û xwe şiyar nekiribe; ew kesê ku di dema ciwanî û hêzdariyê de keslaniyê bike; ew kesê ku raman û vîna wî zeîf be; dê tu carî riya ber bi ronîbûnê ve diçe, nebîne… Ev riya ber bi ronîbûnê ve diçe jî tenê bi meşeke ‘dilsoz ya hundirîn’ pêk tê. “Dilsozî riya nemirinê ye, bêramanî jî riya mirinê ye.” Kesên dilsoz namirin, yên bêfehm wekî ji aniha de mirîbin tê dîtin. Nihêrîna hundirîn divê herdem bidome. Li derve, lêgerîna xetayan di mirovên din de, tenê dê jêderneketina ji çerxa izdirabê bi xwe re bîne. “Xetayên kesên din bi hêsanî tên dîtin lê li xetayên xwe werqilîn zor e, mirov xetayên cîranên xwe wekî kayê li ber bayê werdike; lê xetayên xwe vedişêre, wekî lîstikvanekî fêlbaz yê ku zarê bihîle ji xumarbazî vedişêre.”(r. 91).

Jiyana li manastiran/vîharayan û rêgezên manastiran/vînaya: Buda ji bo bîrdoziya xwe hêsantir belav bike hêdî hêdî dest bi çêkirina cîgehên bîrdoziya xwe dike û manastira ewilîn li nava daristaneke ji darên bambuyan pêk tê, çêdike. Ev daristan ji hêla qiralê herêma Magadhayê ve tê dîyarîkirin. Bi vê manastirê re êdî jiyana budîstan ya li cihên sergirtî jî dest pê dike. Di manastirên/vîharayên Budizmê de jinan jî rahîbetî dikir. Ev di dîroka Hindistanê de cara yekem bû pêk dihat. Wekî reformeke mezin dihat dîtin. Çimkî di baweriya berbelav ya berî Buda li Hindistanê hebû, di brahmanîzmê de sepaneke wiha tunebû. Dema jin jî tevlî vê baweriyê dibe Buda tevgerên li hemberî jinan jî kifş dike: “Dema te jinek dît, ger pîr be wê wekî dayika xwe, ger ciwan be wekî xwîşka xwe, ger biçûk be wekî zaroka xwe bibîne.” Rêgezên manastiran wekî vînaya dihate pênasekirin û rahîb û rahîbeyên di van manastiran de mecbûr bûn ku li gor wan tevbigerin. Ev rêgez jî bi piranî rêgezên exlaqî ne, çend mînak: Divê mirov ziyanê nede tu zindiyî, Ger tiştek jidil pêşkêşî mirovî nehatibe kirin divê mirov bi tu hawî dest nede wî tiştî, Terkkirina dinyaya zewqên şehwetî, Bi şêweyeke xwedayî, bişefqet û dilovanî fikirîn û qisekirin, Ji madeyên serxweşker dûr sekinîn, Divê mirov ji xweperestiyê dûr bisekine û bigihêje bêdengiyê, Piştî nîvroyê dûr sekinîna ji xwarinên giran û hişk, Dûr sekinîna ji reqs, muzîk, stran û pêşanan, Dûr sekinîna ji parfûm û mucewheran, Ji danûstendina tiştên ji zêr û zîv çêbûyî û dûr sekana ji bazirganiyê.

Buda di dema xwe de bîrdoziya xwe hêj nedabû rûniştandin. Wî tenê pirsên ji wî dihat kirin, dibersivand. Lê piştî mirina wî pirsgirêk derketine holê, di nivîsandina rêgezan de rahîb bi hev ketine û her yekî li gorî xwe ji gotinên Buda maneyeke derxistiye û ekola xwe damezrandiye. Dûrahiya cografîk ya di navbera rahîban de kiriye ku cureyên ji hev ciyawaz yên ekolan zêde bibe. Derheqê malhebûniyê de ramanên Buda: Ji ber ku Buda serwet û samana ji bav de jê re mabû terikandibû û dest bi rêwîtiya ‘Riya Rastîn’ kiribû hin mirovî wisa difikirî ku Buda li hemberî hebûn, serwet û dewlemendiyan xwedî fikrên neyînî ye. Lê di rastiyê de ne wisa bû. Buda ji malê dinê ne tengezar e lê mirovan bi vî hawî şiyar dike: “Ya xerab ne hebûna serwet û samanê ye, ya xerab êsîrî û girêdana bi wan ve ye. Kesê ku serweta xwe bi şêweyeke rast bikar bîne ew ji bo mirovên din wekî nîmetê ye.” Ew wiha dibêje: “Ya ku mirovan dike kole ne jiyan û serwet û desthilat e. A ku koletiyê tîne çavgirtî/bêfikirîn girêdana bi jiyan, serwet û îktîdarê re ye.” Buda jiyaneke di nava keslanî û tiraliyê de jî wekî tişteke bêmirês dibîne û dibêje divê her kes çi karî dike bila bike lê divê bi hemû dilê xwe yê pak bixebite.

Ji Buda çend gotin: Mirovê di riya maqûl de dimeşe tevî ku li dinyayê dijî, dilê wî bi xwestekên dinyewî re qilêr nabe.

Mirovê ji bo mezinatiyê, hêzdariyê, zengînbûnê an jî ji bo navdariyê têkoşe; mirovê ji bo feydeya “xwebûna” xwe têkoşe dê tu xelatê wernegire. Lê kesê ji bo heqîqet û duristiyê têdikoşe dê xelata mezin wergire, çimkî binkeftina wî jî dê serkeftin be.(r.140).

Ey Simha, generalekî serkeftî mezin e lê kesê xwebûna xwe têkbirî serfirazekî mezintir e.

Kesê ku niyeta wî edalet û duristî be dê biserneketîtiyê nas neke û di pêngavên xwe de herdem serkeftinê bi dest xe.

Daxwaza afirandina mûcîzeyê yan ji çavbirçîtiyê, yan jî ji pozbilindiyê diwelide, mûcîzeya heqîqî gihîştina dilşadiya ebedî ye…

Di baweriya Buda de boraq dayîn tune ye, di vê babetê de wiha dibêje: ‘Ya ji qurbankirina ganêran girîngtir qurbankirina xwebûnê ye… Hêza xwînê ya paqijkirinê tune ye. Lê terikandina şehwetê dil paqij dike.’

Xwebûn mirin, rastî jiyan e. Pêbestîtiya bi xwebûnê re berdewamî mirin e, derbasbûna rastiyê jî beşdarîbûna nîrvanayê ye, wateya xwe jiyana ebedî ye…

Peyveke ku bi hêrs tê bilêvkirin şûrê herî tûj e. Çavbirçîtî jehra herî kujer e. Azwerî agirê herî bişid e, nezanî şeva herî tarî ye…

Kesê dinyaperest li dû têrkirina zikê xwe ye, kesê baqil jî li dû têrkirina ruhê xwe ye. 

Mahmut Ozçelik

31.01.2017 

Çavkanî: Buda Ezoterik Öğretisi, Nilüfer Arıtan, Ergun Candan, Ali Özcan, Sınır Ötesi Yayınları, Birinci Basım, 2015, İstanbul,

Bersivekê binivîsin