Baweriya Buda: Riya Heşt Qatî ya Maqûl û Nîrvana (1)

Baweriya Buda: Riya Heşt Qatî ya Maqûl û Nîrvana (1)

Li dora xwe binihêre û temaşe bike

Her tişt demdemî ye, tu tişt ne mayînde ye,

Zayîn û mirin heye, mezinbûn û rizîbûn û xirabûn,

Bihevrebûn û jihevketin heye.

Li kû were mêzekirin lez û bez û têkoşîneke bi hêrs ya li pey zewqê heye.

Ji êş û mirinê reveke di rewşa panîkê de heye…

Û germ e alavên arezûyên şewitîner.

Dinya şemla panayirekê, tije guherîn û veguherîn.

Her tişt Samsara…

Berî Buda Hindistan: Berî em Buda binasin divê em çavçêrînekê li dema berî wî bidin ka çi diqewimî. Dema mirov li dîroka Hindistanê dinêre mirov pêrgî sîstemeke ji qastan/pergala pileyan pêk hatî tê. Ev sîstema qastî ji çar çînan pêk dihat û ji çînekê derbasbûna çîneke din qedexe bû. Civak ji pergaleke hîyerarşîk ya hişk pêk dihat. Kî di kîjan qastê de hatibûya dinyayê, êdî hetanî mirina xwe di wê qastê de jiyana xwe didomand. Ev pergal wekî “zagona gerdûnî” dihat qebûlkirin û jê re ”Dharma” dihate gotin. Ev pergal, ji hêla metnên olî yên kevn ve jî dihat destekkirin. Metnên olî yên kevn wekî Vedayan dihat zanîn û ewilîn, tenê bi saya mirovên ji zûmreya olî, bi awayeke devkî ji neslekê digihîşt neslekê; heta ku di kerta dawî de, bi forma zimanê sanskritî li ser kaxizan tê nivîsîn û gel dikarin bigihêjin naveroka wan.

Qastên heyî ev bûn:

Brahmanî/zûmreya mirovên olî

Ksatriyarî / zûmreya şervan û arîstokratan

Vaîsyayî / Koma têciran/bazirganan

Sudrayî / Koma cotkaran/ çîna herî jêrîn)

Ev pergala em qal dikin Berî Zayînê di navbera salên 1500/500î de li keviya robara Îndusê hatibû avakirin. Di sazkirina vê şaristaniyê de ked û bandora komên koçber yên wekî Aryaniyan dihat zanîn jî hebû. Bi -ji derve- hatina wan re li dora robara Îndusê ev şaristanî rû dide. Bi demê re li hin herêmên Hindistanê hin mirov dixwazin bi saya tenêtiyê xwe bigihînin “a Xwedayî” û ji kom û qastan vediqetin,  dev ji mal û hebûnên dinyayê berdidin û jiyana silûkî dipejirînin. Li berpalên çiyayan, di nava daristanan de, di tekeyan de ji zewqên dinyewî dûr, jiyaneke ji rêzê dibihurandin. Felsefeya van mûnzeviyan jî Berî Zayînê di navbera salên 800/400î de tê nivîsîn, di metnên jê re “upanîşad” tê gotin de cihê xwe digire û li kêleka metnên berê yên bi navê “vedayan” di mabedan de tê parastin û di asta metnên pîroz de tê hesibandin. Êdî mirovên Hindistanê ji bo xwe bigihîne “a Xwedayî” li gel riya rahîban/brahmanan, riyeke nû jî diafirînin. Riya mûnzeviyî ya takekesî…

Buda kî ye?

Berî ku em felsefeya Buda binasin divê em wî hinek ji nêz ve binasin. Li gorî agahiyan li bakurê rojhilatê Hindistanê, li nêzîkî tixûbê Nepalê li herêma Lumbiniyê B. Z.ê di sala 563î de hatiye dinê. Navê wî yê eslî Siddhartha Gautama ye. Bi nasnavê Buda hatiye nasîn. Buda wekî peyv tê maneya kesê ku ronîbûyî, hişyarbûyî; kesê ku gehiştiye zanayiya herî bilind; mamosteyê mirov û xwedayan.  Buda ji malbateke zengîn bû. Bavê wî di qasta duyem -ksatriyayî- de cih digirt. Wekî qiralê herêma xwe bû. Piştî deh rojên dergûşiyê, diya Buda dimire û li cem xaltîka xwe mezin dibe. Hêj zarokekî biçûk e helbestvanekî ji bo Buda wiha dibêje: ‘Ger ev zarok riya jiyana olî hilbijêre û dev ji îmtiyazên bi hatina dinê re bi dest xistî berde, ew ê hem bibe mamosteyê mirovan û hem jî bibe mamostayê xwedayan.(r. 27). Ev kehaneta helbestvan hinekî rast dertê. Çimkî Buda di matematîk, hunerên şer û sporê de xwedî qabiliyeteke bêhempa bû. Buda dizewice û jê re lawekî çêdibe, navê lawê wî Rahula bû. Dema mezin dibe bavê wî jê re sê koşkên/serayên mermerî çêdike. Ev serayên li gor guherîna demsalan hatibû sêwirîn, bi derbasbûna demê re ji bo Buda êdî ne ewqas girîng û rakêşer bû. Çimkî wî dixwest derkeve rêwîtiyên ku heqîqetê/rastiyê bi wî dide fêhmkirin. Bi alîkariya bavê xwe ku jê re faytoneke çar hespê bijarte dikişînin, derdikeve rêwîtiyan.

Rêwîtiyên Buda: Di rêwîtiyên xwe de pêrgî kalên hilhilî,  mirovên nexweş, merasîmên miriyan û rastî mirovên xizan û belengaz tê. Ev dîmen û kirûyana dike ku Buda li ser jiyan û mirinê bikeve nava medîtasyonê/tefekûrên kûr. Buda dev ji hemû heyînên ji bav mayî berdide, bi pey ‘lêgerîna rastiyê’ dikeve, wekî parsekekî bajar bi bajar digere, beşeke jiyana xwe di nava tenêtiyê de derbas dike. Di van rêwîtiyan de hînî medîtasyonê dibe, bi hin zanayên baweriya brahmanîzmê re kirûya tenasuhê/koçkirina ruh digengêşe. Ji bo xelasiyê, dûr sekinîna ji jiyana daringî jê re balkêş dixuye. Riya çîlekêşiyê diceribîne, bi rojan xwe birçî dihêle û ji taqetê dikeve, tenê çerm û hestiyek dimîne. Di dawiyê de digihêje wê baweriyê ku çîlekêşî ne azweriyan vedimirîne, ne jî riya ronîbûnê li pêşiya mirov vedike.

Di Budîzmê de Teoriya Têkel: Buda wiha difikire: “Rabirdû” çi biçîne, “aniha” wê diçine û “siberoj” jî fêkiya aniha ye.”  Ev wecîzeya Buda di heman demê de bingeha baweriya budayiyan jî bi me dide fêhmkirin. Teoriya Têkel-qanûna têkel- her tiştê diqewime bi “sedemîtiyê” ve girê dide. Guherînê esas digire, ji dogmatîzmêdûr e. Her tiştên dinyewî demdemî dihesibîne. Jiyana mirovan girêdayî qanûna sedem û encamê herdem di guherînê de ye. Buda jiyanê li gor kiryarên me dinirxîne û vê rewşê wiha şirove dike: Em ji jiyanên xwe yên kevn, li gorî tevgerên xwe yên xirab encamên xerab, li gorî tevgerên xwe yên baş jî encamên baş wekî mîras werdigirin. Ev rêgez jî mirov handanî tevgerên baş dike ku di jiyaneke din ya dahatûyê de di qastek baş de mafê jiyanek qenctir bi dest bixe.(r.34).

Di baweriya Buda de jinûve zayîn: Di baweriya Buda de jinûve zayîn/welidîn heye lê ev jinûve zayîn ne wekî di olên din de tê vegotin tevahiyekê dihundirîne. Li gorî Buda piştî mirinê, ruh û xwebûn bi heman şêweyî di heman bedenê de tevahiyekê pêk nayîne. Wekî sedem jî berdemîtiya kesayeta mirov û guherînê destnîşan dike. Ji ber ku her tiştê li dinyayê berdemî ye û di her merheleya jiyanê de bi guherînekê re rû bi rû dimîne, wê çaxê ne mimkûn e ku ruh û xwebûn û bedena mirov ji vê rewşê bê bandor bimîne û wekî xwe bimîne. Lê çerxa jiyanê ya jinûve welidînê bi guherînan re her berdewam e. Buda di encama fikirîna kûr de têdigihêje ku ji bo bigihêje ronîbûnê divê li hemberî xwestek, azwerî û şehwetê têkoşîneke bêhempa were dayin. Bi vî hawî xwebûnê/egoyê di hundirê xwe de vedimirîne, ruhê xwe ji arezûyan xelas dike û di heştê saliya xwe de dev ji dinyayê berdide û digihêje asta “Nîrvanayê”. Di ekola Buda de di navbera qast, nîjad, çîn, jin û mêran de tu ciyawazî tune ye. Riya Navîn ji her kesî re vekirîbû. Li gorî Buda her kes dikare  “ronîbûnê” pêk bîne û jiyaneke ruhî bijî. Vê rêgeza wekhevîtiyê derfet çêdikir ku bîrdoziya Buda di nava hawîrdoreke pir berfireh de were qebûlkirin. Buda dema digihêje asta ronîbûnê werdiqile ku divê a bike tenê fêrbûn nîne, divê ‘yên dizane/fêrbûyî’ bi kesên din jî bide fêmkirin. Û di jiyana wî de merheleyeke nû dest pê dike: Ji bo dîtina rastiyê şiyarkirin û fêrkirina mirovan pêwîst e. Lê dema Buda dixwaze rastiyê ragihîne û roniyê bide wan kesên ku xwe di tariyê de veşartiye, mixabin kes fikrên wî qebûl nakin û jê dûr disekinin. Wî wekî kesê ji rê averêbûyî dibînin. Fikrên wî di esasê xwe de şûrkişanadina li jiyana du beşên civakê bû. Ji van beşan jê yek ew beş bû ku êş û izdirab, birçîhîştina bedenê ji xwe re wekî meziyet didîtin û tovên wê belkî hezar salan berî wî hatibû avêtin. Li Hindistanê jî wekî “jaînîzm” bibû ekolek… Ev jaînîzm têkiliya xwe bi peyva kurdî re jî heye, ji xwe ji heman kokê ji peyva -janê- tê. Ev jî balkêş e. Beşa din a ku Buda rexne lê digirt jî ew beşa civakê bû ku tenê bi pey zewqên dinyewî ketibû û bibû êsîrê xwestek û azweriyên xwe. Buda li hemberî van herdu beşên jiyan ji riya asayîtiyê derxistibûn “Riya Navîn” destnîşan dikir û dixwest her kes bi bedeneke tendurist, ji izdirabê dûr jiyanekê pêk bîne. Ji bo yên bedena xwe birçî dihîştin wiha digot: “Kesê ku lambeya xwe bi avê tije kiribe nikare tarîtiyê belav bike.”(r. 44). Divê her kes li gorî pêwîstiya bedena xwe bixwe û vexwe. “Tetmîniya pêwîstiyên xwezayî mirov nalewitîne. Lê beza li pey zewqê ne baş e û mirovî dadixe asta herî jêr.”

Mahmut Ozçelik 

31.01.2017 

Çavkanî: Buda Ezoterik Öğretisi, Nilüfer Arıtan, Ergun Candan, Ali Özcan, Sınır Ötesi Yayınları, Birinci Basım, 2015, İstanbul.

Bersivekê binivîsin