Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê

Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê

Çawaniya Xweşikiyê û Civakîbûna Hizra Hunerê

               Ji wateya risteyên helbestekî heya wateya beşek wêneyekî, tiştê ku xweşik xweşik dike û ev hesta “xweşik bûyînê’’ li ew bireserî[1] bar dike çi ye? Ji perizînên[2] razdar heya heyna ronakbîriyê pîvanên xweşik bûyînê li gor çi tê danîn? Xala hevpar ya xweşikiyan çi ye? Civak di teşe girtina pîvanên xweşikiyê de erkek çawa hildigre? Pirsên bi vî rengî em dikarin zêde bikin lê divê em li ser hin pirsên xwe yên sereke rawestin û wan bihûrgilî veçirrînin.

               Mîrcea Elîade wiha dibêje; “Hişîneke cîhanî ya rast û bi wate, bi vedîtina pîroz bûnê re ji nêz ve têkildare.’’[3] Her çiqas cîhana nûjen ya hegemon ya Ewropayê – ku her diçe ev hêza wê ji dest diçe, bi taybetî jî di warê peşarî-leşkerî de – bi bandora ronakbîriyê, têgeh, zanîn û cerribînên herêmî wek der-zanistî û nehev(e)dem –ne hevedem bûna bi Ewropayê ya kêmarên herêmî – nîşan bide jî, dema ku ji ew qalikê xwe yê ku Ewropiyan lê pêçaye – yê ku wan hem seretayî hem jî hov nîşan dide û tu agahiyên kûr di derbarê hestên wan de nade – bê rizgar kirin evî hizrên wan yên metafîzîk em dikarin rastî jiyaneke tevager û dîyalektîk ku bi awayek pir bi jîrî hatiye avakirin, bên.

               Vekolandina têkiliyên xweşikiyê bi hêmana hişî, pîroziyê re gelek tişt wê tevî hev bibe. Ji ber vê jî divê em pêşîn li ser hizra metafîzîkê rawestin û wê zelal bikin. Ji ber ku her tiştên xweşik bivênevê metafîzîke û têgihana me ya di derbarê xweşikiyê de jî di bin bawerî û kevneşopiyên me yên metafîzîk teşe digre.

Metafîzîk, Qonaxek Peresîna Mirovan e

               Jiyan, 3.5 milyar sal berê derket. Milyar sal û nîvek (3.5 û 2.0 milyar salan de), jiyan bi awayê şanikên prokaryotî berdewam kir. Şûn ve jiyana okaryotî ligel jiyana prokaryotî berdewam kir û aniha jiyana pirşanikî ya serdest jî jiyana okaryotî ye. 500 milyon sal berê jî riwek, kuvark û ajal derketin bejahiyê[4]. Lê gerdûna me li ber vê dîrokçeyê xwedî temenek çiqasiye? Ji bo aniha rawêjî di derdora 13 milyar salî de ye. Ya mirov? Ji şaxa pêşîn ya mirovan ku ji şempanzeyan cuda bûn û vir ve di navbera 7 û 6 milyon salî de dem derbas bû.

               Bi ya min heya peresînek bi vî awayî gerdûnî pêknehatina, ew çax em nikaribûn behsa mirova(hiyê)n bikirana. Her bûyerek, her vebûnek jîndeyî[5], bixweber şaxdayînên nû yên dibetiyên jîndeyî pêk anî. Hin ji wan pir geşenedan û ziwa bûn û hin ji wan bi milyon salan li ser rûyê cîhanê man û bi zengîniya xwe ya jîndeyî ji malbatên din re cih teng kirin û ji wan jî hin şax veguherîn malbatên nû.

               Ji cihê bûna me ya ji şempanzeyan û vir ve ye 7 milyon sal bihurî û anatomiya me jî li gor wê rastî guherînên taybet hat ku di serî de meşa li ser du lingî û destên ku ji bo çêkirina alavan xweser bûye ye.Her çiqas peresîna me ya xwezayî li peresîna pêşketina mêjiyê me bi bandor be jî ev bandor kirin du alî bû û mêjî jî dûr ku venêrîna dest bi tevahî girt û pê ve li ser anatomiyê bû xwedî bandor. Mînak her çiqas bandora wê neyê dîtin jî bi saya mêjî her çû mirov tîktir bû û dest jî li gor wê ji bo çêkirina amûran xweser bû.

               Çêbûna me ya anatomîk rasterast bi pêkerên derveyîn girêdayî bû ango çêbûna me ya fîzîkî ne di destê me de di nav dorhêleke xwezayî de teşe digirt. Ev afirîde, encama peresîna 13 milyar salî bû ku (em tekane ne ango mîna me hene, em hîn vê baş nizanin) ev pênc hezar salên dawî jî bi qeyraneke heyînî (ontolojîk) re rû bi rû ye, ku birêz Abdullah Ocalan cara pêşîn bû ku amajeyî vê mijarê kiribû.

               Rastiyek heye ku qeyrana heyînê ji dabeş kirina rastiyê tê. Mirov çiqas hişê xwe bikaranî ewqas ji yên ku ew ji wan cihê bû dûr ket û her carê ev dîyalektîk dabeş bûna xwezayê ya di hiş de pêşxist. Rastiya xwezayê tevagere, her tiştên heyî li ser hev bandorkerin û bi hev re di nava têkiliyek dîyalektîk de ne.

               Qeyrana heyî, aliyê metafîzîk yê mirovan pêşxist û ev tişt rê li ber huner û hewldanên din yên civakî vekir. Lê her tiştî bi awayek metafîzîk hizirîn ango rave kirina jiyanê bi awayek metafîzîk berevajî kirina rastiyê ye, ji ber ku metafîzîk têdeyî xwezaya mirovan nîne, ew ji aliyê qeyrana heyînê ya ku mirov bi saya hişê xwe afirand derketiye holê. Ango, dema ku hiş tune be û tiştek nêzî wê ku dikaribe erka wê bîne cih tune be, metafîzîk wê ne gengaz bûna.

               Di derbarê huner û metafîzîkê de divê em baldartir bin. Metafîzîk, wek ku me got, ne têdeyî xwezaya mirov e, dûvik ango sîya hiş e. Mirov afirîdeyek ku ajal bûna xwe mandel dike û ev rastiyê ya mandel dike yan jî wê bi awayek din dixwaze pûç derxîne. Metafîzîka herî mezin, mandel kirina peresîna xwe ya xwezayî ye. Ji aliyê din dema mirov bûnê de kargînî bûna mêjî û pir-layenî bûna hiş, bi peresîna kilox û ser du lingan sekinînê têkildare. Ji ber peresîna ji ne-jînde bûyînê, mirov bixwe dibe tiştek pêzewer. Ango metafîzîk, ji honakek xweş wêdetir naçe. Lê metafîzîk têdeyî hunerê ye. Honak û alavên sereke yên hunerî tev metafîzîkin ( hêma, remz, kevneşopî, bîra hevpar – ji ber ku beramberiyek dîtbarî tune ye ev jî metafîzîk tê hesêb – ,bîranîn û bibîranîn, xewn, hestên lêvegerî, hestên xwemalbûnê, pîrozî û hevdilînî û hwd ) û bi vê dozîna metafîzîk huner dibe xwedî honakek bedewnasî.

               Çawa ku heyîn bê pirs û lêpirsîn xwedî peyitîna xwe ye, wiha jî huner bê pirs û lêpirsîn xwedî xwezayeke metafîzîk e.

Lezgîn Oncu

18.10.2016

[1] Bireser ango her tiştên ku ji aliyê kirdeyekî ve wate lê hatiye bar kirin.

[2] Perizîn: kult, perestin, ayînên olî

[3] Elîade, Mîrcea, Dinsel inançlar ve düşünceler tarihi-1, weş. Kabalcı, rû.11

[4] Bîyolojî, Campbell û Reece, weş. Palme, rû. 512-516

[5] Jîndeyî: bîotîk

Bersivekê binivîsin