Dahûrênera Hydrofobe Deep Eutectic Solvents

Dahûrênera Hydrofobe Deep Eutectic Solvents

Dahûrênera Hydrofobe Deep Eutectic Solvents

Metalên di nava berşoyê (ava mend-lewitî) û CO2yê di nava gazê de ku hewa, hawirdora me û sirûştê qilêr dike, û di endustriyê de jî bo paqijkirina vê qilêriyê pereyên pirr zêde tê xwestin, lê li zanîngeha TU Eindhovenê (Hollanda) dahûrêneke nû ya bi bandor, erzan û bihêz hate vedîtin. Endezyarê kîmyayê Dannie van Osch ava di lûleyekê de li lûleyeke din zêde dike ku di wê lûleyê de ava lewitî hebûye. Lûleyê diçeliqîne, dihere ji xwe re qehweyê digire û şûnda vedigere odeya xwe, li lûleyê dinihêre ku tebeqeya avê bi rengê pembeyê dagirtî bûye.

Dannie van Osch û Lawien Zubeir ku her du jî li zanîngeha TU Eindhovenê dixwînin û li benda doktoratiyê ne, bihevra vedîtina dahûrêneke nû kirin ku ji dahûrênerê encameke pirr girîng tê bidest xistin. Lêkolîner di odeyeke germ de, du maddeyên hişk yên ji hev cuda, tevî hev dikin û diçeliqînin ku pê re dahûrêneke nû çêdibe.

Van Osch wiha dibêje; “Ji ber têkiliyeke rast û durist ya di navbera her du maddeyan de, dahûrêneke nû çêdibe û li hember avê jî dikare li ber xwe bide.” Lekolîn di kovara Chemical Communicationsê de jî cihê xwe girtiye. Heya a niha metalên di nava ava lewitî de bi alîkariya ekstraksiyonekê dihatin derxistin ku bo tenduristiya mirovan bixeter in. Xeteriya şewat û teqînê jî pê re çêdibe. Endustriya elektrometal, kîmya û bingeha endustriya metalê, ji bo paqijkirina ava lewitî her sal pereyên pirr zêde xerc dikin ku dahûrênerên heyî ne tenê buha ne lêbelê karê xwe bi giranî dikin û tevahiya metalên di nava ava lewitî de jî paqij nakin.

Lawien Zubeir wiha didomîne; “Dahûrênerê nû ku em jê re hydrofobe deep eutectic solvents dibêjin, ne weke dahûrênerên din e, lewre dahûrênerê vedîtî bi bandor, erzan û bihêz e. Bi vê dahûrênerê re ji hev veqetandina gaz û CO2yê pêkan e, û dê li ser H2Sê jî bandora xwe hebe.” Gumana Van Osch û Zubeir jê nîne ku dahûrênera vedîtî di endustriyê de bi awayeke lez û bez, ewle, hêsanî cihê xwe bigire.

Metîn Eser 

Çavkanî: De Volkskrant / 19.10.2016 

Têbinî: Lawîn Zubêr ji Duhokê ye, li Zanîngeha Eindhovenê dixwîne.

Bersivekê binivîsin