Emine Yalçınkaya: Ji bo me kurdan çima felsefe girîng e?

Emine Yalçınkaya: Ji bo me kurdan çima felsefe girîng e?

Emine Yalçınkaya: Ji bo me kurdan çima felsefe girîng e?

Pêdivîya me çima Bi felsefê heye?

Wek ku tê zanîn bingeha felsefê di salên B.Z 500 / 600 dest pê diki. (Dibe kû berîya vê tarîxê be jî) Mirov bi fikirandina kûr re felsefe afirandin. Helbet bêrîya feylesofan jî mirov difikirîn mixabin ku bi bingehîn nedifikirîn. Feylesofan xwestin taybet di bingeha hebunê de têbigêhejin… HEBÛN….

Felsefe ji her civakê re pêwîsti ku ew civakana bi saya feylesofên xwe yên  ramankûr pêşkevi.

Pêdîvîya civak û mirovan bi Felsefê ne ji bo demekê ye ku piştî dem û dewranekê pêdivî bi felsefe nemîni. Rawestina li ser Felsefê heya yek mirovê bi hişê xwe hebi li ser rûyê erdê ewê her û her hebi. Dibê taybet di  civakên bi şunde mayî û pêşneketî de feylesof bi zanistî li ser felsefê rawesti û ji wan civakana re bibe mînak, bibe ronahî.

Ji bo me Kurda çima felsefe girîng e?

Ji bo civaka me yî ku em nikarin bêjin pêşketîyi û ramankûr û pêşdibîni, felsefe wek dermani jê re.  

Wek pêdivîya me bi nan û av heyi, pêdivîya me bi felsefeyê heyi.

Wek pêdivîya me bi bêhn dahn û stendinê heyi,  her weha bi felsefeyê jî heyi.

Feylesofên nav Kurda her çiqas bi jimara xwe qasî tilîyên destê mere kêm  bin  jî, eşkere ye ku îro  gelek namzetên felsefê hene.

Di civaka me Kurda de dibê felsefevanên me taybet li ser ziman û ramana dewletbûnê bisekinin ku em têbigêhejin ku dewletbûn ji mere nebi em tinebûnin.

Ji ber ku di sedsala 21. de hîn em ne xwedî dewletin û di ber sînorekî tine bûnê de ne,  pêwîsti ku feylesofên me taybet li ser mijara dewlet bunê rawestin û bi ramanên xwe nerîna me fireh bikin û ji me re di tarîyê de bibin wek ronahîya findê ku em bi saya wan zêdetir li ser dewletbune bisekinin kû daxwaza me xurt bibe.

Kurdên ku daxwaza dewletbunê nakin û naxwazin ji Kurdên daxwaza dewletbunê dikin û dixwazin zêdetirin. Ev jî nahêli ku em pêş kevin û serwer  bibin. Ji ber vêya ye ku em tênegihiştînin dewletbun ji me re HEBÛNE. Bi hêvîya ku Feylesofên me bi bîr û bawerî li ser ramana dewletbune mijul bibin…

Emine Yalçınkaya

07.03.2016 

Bersivekê binivîsin