Evîn Berçem: Hişmendî, Kurd û Felsefe

Evîn Berçem: Hişmendî, Kurd û Felsefe

Evîn Berçem: Hişmendî, Kurd û Felsefe 

Pêdiviya me bi felsefê heye. Divê her mirov, li gorî xwe piçek be jî hay ji felsefeyê hebe.

Ne ku em xwe zane û serpêhatî nîşan bikin, ji bo ku em ji bin giraniya pirsgirêka jiyanê derkevin û kari bin rêyeke rohnî û rast ji xwe re peyde bikin.

Bi zanetî yan jî bê-hemdî, em ji xwe re prensîba, baweriya jiyanê ava dikin. Gelekan hilbijartin û biryarên xwe li gorî baweriya xwe ya olî ava dikin û gelekan, li gorî çanda civakî; etîk û normên ku ava bûne diherikin ber bi pêşeroja xwe ve.

Ji bo ku mirov bikari be jiyana xwe li gorî bawerî û karaktera xwe ava bike, divê herî pêşî bi neynika felsefê xwe analîz bike. Ji bo ku mîna miroveke azad bifikire jî divê normên civakî, malbatî û siyasî yên ku ji zaroktiya me heta niha li ser me de ava bûye, bi gotina rasteqîn, mejiyên me şûştiye, tespît bikin û bi van pirsgirêkan re werin rû bi rû.

Li gelek welatan de fikrên serbest û jiyanên karaktereke azad xetere ye. Mînak; li hin welatan de, dîtinên/ramanên li ser homoseksûaliteyê û red-kirina Xwedê dikare bibe sedema kûştinê.

Herweha; em bindest in. Nijadên serdest/dagirker astengiya nasnameya me ne. Zimanê me bi salan qedexe bû û hîna jî derî li ser nasname û zimanê me girtî ye. Ev yek jî bûye sedema ku em civakeke bi êş û pirsgirêk in. Ji bo ku bikevin li ber doza azadîxwaziya me; ol û asîmilasyonê mîna sîlehek bikar anîne û hejmara kûştî, zindankiriyên me, mixabin rûreşiya vî sedsalî ye.

Ji bo ku rihûyeta me, karaktera me bi azad tevbigere, divê em xwe nêzî felsefeyê bikin. Jiyanek bi ramanê felsefe belkî me bêtir bextewar neke, lê gelek pirsgirêkan serrast dike û maneyeke dide hebûna me. Şertên jiyanê yên bingehîn mîna hûrmeta li gel mirova, hezkirina xwezayî û etîka mirovahiyê re jî rohniyek e felsefe.

Weke ku tê zanîn jî felsefe di dîrokê de, bingehiya heman zanistiyê ye. Arjuman û  logîk bi ramanên empîrî ve girê dibe  û zanistî ji vir ava dibe. Ji bo vê yekê jî ne tenê metodên felsefeyê, herweha teoriyên felsefeyê jî divê.

Bêyî bersiva teoriyên zanyariyê, etîkî û felsefeya ziman neyê dest girtin, bingehiyek jî ji bo tu tezê/zanistiyê ava nabe.

Felsefe mane û perçeyeke jiyanê ye.

Evîn Berçem

07.03.2016 

Bersivekê binivîsin