Jêmayên Îzdehareke Nû ê Goştxwer Hatin Vedîtin

Jêmayên Îzdehareke Nû ê Goştxwer Hatin Vedîtin

Jêmayên Îzdehareke Nû ê Goştxwer Hatin Vedîtin

Paleontologên Brîtanyayî li Walesê (Cymru) vedîtina îzdehareke nû yê goştxwer pêk anîn. Fosîla îzdeharê ku weke Dracoraptor Hanigani hatiye binavkirin (navê xwe ji sembola neteweyî yê Walesê wergirtiye), heya a niha ji fosîlên li Brîtanyayê vedîtî fosîla herî kevn e. Paleontolog bi vedîtina fosîla îzdeharê goştxwer pirr kêfxweş in û dîtinên xwe wiha raberî me dikin: “Îzdeharê herî balkêş û girîng yê heya a niha li Walesê hatiye vedîtin, îzdeharê nû vedîtî ye. Cara pêşin e ku li Walesê jêmayiyên îzdeharekê yê ji serdema Jurayê ye (Mezozoîk an jî serdema duyemîn, di navbera 200 û 145 mîlyon sal berê) tê vedîtin, û di wê serdemê de ji vê îzdeharê goştxwer mezintir îzdehareke din tune ye.”

Hestiyên îzdeharê goştxwer di sala 2014an de ji aliyê paleontologên hewesdar (amator) hatibûn vedîtin. Paleontologên hewesdar hestiyên îzdeharê goştxwer li tenişta klûba golfê ya Glamorganshireê di nav xirbeyeke hilweşyayî de dîtibûn. Zanyar lêkolînên xwe li ser fosîlê vedîtî pêk anîne û ji analîzên li ser wê fosîlî hatiye dîtin ku îzdeharê goştxwer li giraveke beriya dîrokê gewer bûye û piştre bi avê re çûye li ser axê. Ji tevahiya îzdeharên vedîtî, Dracoraptor îzdeharê pêşin e ku hestiyên laşê wê ji sedî çel hatiye bidest xistin. Ji hestiyên poz/difn, diran, histû, çaqot pêşin û paşin, tilor û boçika Dracoraptor hatiye dîtin ku Dracoraptor sipindiyeke Almanyayê ne mezintir ango îzdehareke piçûk bûye. Bi qasî 70 santîmetreyê mezin û ji pozê xwe heya dawiya boçika xwe jî 2 metre dirêj bûye. Xwediyê diranên pîj û tûj bûye ku ew jî nîşana îzdehareke goştxwer e.

Metîn Eser

Çavkanî: The Guardian / 19.10.2016 

Bersivekê binivîsin