Jêmayiya Herî Kevn ya Vîrûsa Variolayê

Jêmayiya Herî Kevn ya Vîrûsa Variolayê

Jêmayiya Herî Kevn ya Vîrûsa Variolayê 

Zanyar jêmayiya herî kevn ya vîrûsa variolayê ku meriv bi wê vîrûsê nexweşiya nîrkutikê derdixîne, di DNAya zarokekî mûmyakirî de vedîtin. 

Meyîdê mûmyakirî ji sedsala 17an e û li Lîtvanyayê di jêrzemîna dêrekê de veşartî bûye. Nexweşiya nîrkutikê ku nexweşiyeke perokî û bixeter e, ji sala 1979an û şûnda ji nexweşiyên bi rêya derzîkirinê kok lêhatî, tenê ye û pêşxistina dermana nexweşiyekê dîsa cara pêşin li ser dermana wê nexweşiyê pêk hatiye. 

Ji rêveberên lêkolînê Hendrik Poinar û her wiha rêvebirê Ancient DNA Centerê ya ji McMaster Universty ku li Hamilton, Ontorioyê ye wiha dibêje: “Zanyar û lêkolîner di wê bîr û baweriyê de bûn ku nexweşiya nîrkutikê cara pêşin li Misira Kevn li ser şêniyên wê deverê peyda bûye, lewre li ser meyîdên mûmyakirî yên 3.000î heya 4.000 salî kevn jî hin şopên ku dişibiyan nexweşiya nîrkutikê hebûn. Lêbelê zanyar nedikaribûn bi misogerî bibêjin ku şopên vedîtî, şopên nexweşiya nîrkutikê bûn, lewre îhtimala hin nexweşiyên din jî zêde bûbû.” 

Ana Duggan rêvebera lêkolînê wiha berdewam dike; “Ji vê lêkolînê jî tê dîtin ku çavkaniya tevahiya vîrûsên sedsela 20an û yên sedsala 17an ji dawiya sedsala 16an e. Lêbelê gumana me heye ku hebûna vîrûsê ne 4 an jî 5sedsal e, ji hezar salan zêdetir e. 

Dîsa gerek dike ku em bibêjin, derbarê vîrûsa nîrkutikê de pêdivî bi delîl û encamên zelaltir heye, mesela vîrûs çawa pêşketiye an jî kengê derbasî laşê mirovan bûye?” 

Metîn Eser

Çavkanî: Kovara Current Journal / 17.12.2016 

Bersivekê binivîsin