Lêgerîna Ferzanekî

Lêgerîna Ferzanekî

Lêgerîna Ferzanekî

     Li dûrî bajêr û şaredariyê li dûrî civak û mirovan di nav dil û gurcika xwezayê de di hemêza sirûştê de li nav daristaneke xil û xalî û bêdeng de mirovekî ferzan ku dest û piyê xwe ji her tiştî kişandibû, bitiqûtenê û bi tena serê xwe li wir dijiya. Her tiştî li pey xwe hiştibû û xwe ji qeyd û benda xelas kiribû. Bê ku di bin nîrê civakê û hin kesên din de bijî hefsarê xwe xistibû destê xwe û bi zanabûn û bi daxwaza dilê xwe ji nav girse û garanê xwe derxistibû. Wek zarokek biçûk ku çawa xwe diavêje hemêza diya xwe wî jî wisa xwe avêtibû hemêza xweza û sirûştê.

     Ew mirovê ferzan di hemû jiyana xwe de li pey şadî û bexteweriyê geriyabû lê li ti der wan nedîtibû. Li nîvê dinyayê geriyabû, bi hezara dîtane û ol û dîn naskiribû, bi hezara mirovên olî re ketibû têkiliyê û çûbû bi sedan perestgeha, bi sedan feylesof û ramanwer re niqaş kiribû li mixabîn li tu der leqayê şopa şadî û bexteweriyê nehatibû. Hema hema em dikarin bibêjin ku ti rêyek nemabû ku wî neceribandibû lê dîsa jî ew li her der destvala vegeriyabû. Dawiya dawî ew gihîştibû vê encamê; cihê ku mirov lê hebin ne şadî û bextewarî ne jî dadî û edaletî li wê der hene. Wisa bawer dikir ku ne pêkan e ku van di nav mirova de bibîne û bidestbixe. Ji ber vî jî berê xwe dabû cihên ku mirov lê tunebin û paşiya paşîn jî ew gihîştibû vê daristanê.

     Rojekê ferzanê me di nav daristanê de dimeşiya. Leqayê şûlavek hate. Bala xwe dayê ku li pişt şûlavê şikeftek heye. Bi awayek xwe gihandê û kete hundirê şikeftê. Çawa ku ket hundirê şikeftê veceniqî û piyên wî wekî mîna singên ku di erdê de hatibin kutanê ji şûna xwe nedilivtîn. Lewra ew û mirinê leqayê hev hatibûn. Bîskekî bêdengî bi ser wan ve hat. Paşê mirin vê bêdengiyê xera kir û dest bi axaftinê kir û gote: “Ez bala xwe didime te ku ti behitiyî. Bi dîtina min çima tu hewqas şaş bûyî û veciniqî?”

Ferzan: “Ez nizanim! Dibe ku ji ber min qet wehma ku ez ê leqayê te bêm nekiribû be. Lewra min dabû dû şadî û bexteweriyê. Min hêvî dikir ku ez ê leqayê wan bêm.”

Mirin: “Ma tu nizanî ku hê ti mirov wan bidestnexistiye? Ma tu nizanî ku vê hewla te pûç û vala ye û bereday û bile sebep tu xwe diêşînî û tehdeyê li xwe dikî? Ka em bibêjin ku te wan bi dest xiste. Ma dema ku ez bême bîra te gelo tu yê ew çax jî şad û bextewer bî? Wê di wê demê de ew dev ji te bernedin?”

Ferzan: “Belê wê dev ji min berdin lê qet nebe ji bo demekî be jî ez ê şad û bextewer bibim. Bi rastî ku ez bibêjim, wisa xuya dike ku wê wan dev ji min bernedana. Lewra tu zû bi zû nayê bîra ti kesekî.”

Mirin: “Jixwe bi dûrketina rastiya û bi jibîrkirina heqîqetan ji benîadema tirêqê şadî û bexteweriyê bidestxistine lê nizanin ku ev rewşa wan rewşeke derewîn e. Ma bi çav girtinê vî kevirê tune dibe?”

Ferzan: Belê tune nabe lê divê ku meriv hinek tişte jibîrbike ya na wê jiyan li meriv bibe qureder û keratî.”

Mirin: “Belê rast e. Jibîrbikin! Jibîbikin lê tune nehesibînin. Ma hun nizanin ku dem her tiştî dadiqurtîne? Ger hun sed yan dused yan jî hezar sal bijîn jî ma wê dawiya jiyana te rojekî neyê? Ji ber vî jî ev tirs û xofa we bereday e. Hun çiqas min neynin bîra xwe jî dîsa ez ê bi teqez rojek bême bibim mêvanê we.”

Ferzan: “Belê ev tirs û xofa me bereday e. Lê ka tu bibêje meriv dikare netirse dema ku tu têyî bîra meriv? Lewra ti kes nizane ku wê piştî te çi bi me bê. Em ê tune bibin yan em ê dest bi jiyaneke nû bikin yan jî wê giyanê me bigihîje candarek dinê? Ev raza herî mezine ku ti kes nikare vê razê ronî bike û bigihîje encamek. Niha jî ez ji te tiqûtenê dixwazim vî tiştê hîn bikim; gelo wê piştî te çi bi me bê? Dibe ku ev acisî û diltengiya min ji ber vî be jî. Dibe ku bi zanîna vî tiştê tenê meriv şadî û bextewriyê bidestdixe. Kî dizane? Ez ji te tika dikim ku ti bikaribî hinek agahî di derheqê vî de bidî min?”

Mirin: “Ma tu dixwazî vî razê hînbikî? Divê ku ti bizanibî xew û mirin xuşk û bira ne ji bilî vî ez nikarin ti tiştekî ji te re bibêjim.”

     Ji nişka ve ew mirovê me yê ferzan ji xew veciniqî û dîte ku ev tevî xewn bûn. Di wê demê de vê çarîneya Omer Xeyyam hate bîra wî:

     “Di xew de min dît yekî zana û hişyar

      Got, kes bi xewê nabe bextiyar

      Ma tu nizanî xew û mirin, xuşk û bira ne.

      De rabê ser xwe, di bin axê de, tê razê neçar”

     Ferzan rabû ser piya û bêhêvî û neçar kete rê û dîsa da dû şadî û bexteweriyê. 

     Emre MÛHARGÎNΠ

     25.10.2016

Bersivekê binivîsin